BI DÎMEN

Li Leipzigê Kurd û dostên wan li dijî tecrîdê meşiyan

Li bajarê Leipzig ê Elmanyayê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hate lidarxistin.

Beşdarvanên roja Yekşemê di saet 18.00’an de li hemberî Leipzig HBF’ê hatin ba hev û piştî daxuyaniyên Women Defend Rojava, Defend Kurdistan û KON-MED’ê ber bi Parka Rabatê ve meşiyan.

Di meşê de gelek caran dirûşmeyên ‘’Bijî Serok Apo’’ û ‘’Bê Serok Jiyan Nabe’’ hatin berzkirin û têkildarî tecrîdê gel hate agahdarkirin.

Di daxuyaniyan de hate ragihandin ku li seranserê cîhanê mînakên tecrîda girankirî û êşkenceya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tune ne.

Di daxuyaniyan de hate destnîşankirin ku ev 26 sal in li Îmraliyê bêhiqûqiyeke mezin heye, hiqûqa gerdûnî tê binpêkirin û dewleta Tirk a faşîst li hemberî fikrên Abdullah Ocalan şer daye destpêkirin.

Her wiha di daxuyaniyan de hate diyarkirin ku dewleta Tirk li çiyayên Kurdistanê çekên qedexe û kîmyewî bi kar tîne û di îlheqên li Şengal, Rojava û ya a niha jî li Başûrê Kurdistanê de sûcên şer dike.

Di meşê de bi dirûşmeya ‘’Na ji tecrîdê re, na ji talankirina xwezayê re’’ bang hate kirin ku ji nû ve pêngavên aştiyê werin avêtin û demildest hemû rayedar ji bo vekirina deriyên Îmraliyê kar bikin.

Meş piştî daxuyaniyên dawî yên li Parka Rabatê di saet 20.00’an de bi dawî bû.