Li Lavrîoyê li dijî qetlîama jinan meşek hate kirin

Jinên Kurd ên koçber ên ji Rojava li Lavrîo ya ku Evîn Ekrem Elî ji aliyê hevjînê xwe ve lê hate qetilkirin, qetilkirina jinan bi meşekê şermezar kirin.

Li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê bi sedan jinên ku hatin ba hev li dijî qetilkirina jinan meşiyan. Bi sedan jinên li pêşiya Kampa Lavrîoyê kom bûn bi pankarên bi nivîsên ‘Em ne namûsa tu kesî ne’ û ‘Jin jiyane, jiyanê qetil neke’ û posterên Evîn Ekrem Elî hildan û meşiyan. Li gel jinan nûnerên sazî û Lavrîoyî jî cihê xwe di meşê de girtin.

Jinên ku di meşê de dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qîr kirin dikandaran jî piştevaniya wan kirin. Ji welatiyên kampê Felek Seçkîn axivî. Seçkîn anî ziman ku Evîn li ber çavê zarokên xwe hate qetilkirin û got: “Mixabin ev ne ya yekem e. Her roj bi dehan jin ji aliyê mêran ve tên qetilkirin. Hişmendiya serwer a mêr dixwaze li her qadê qetilkirina jinê rewa bike. Em yên li dijî qetilkirina jinan û jinê qetil dike şermezar dikin.

Piştî meşê û şûnde li Kampa Lavrîoyê ji bo Evîn Ekrem Elî sersaxî hate qebûlkirin.