Li Lahrê Şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn

Li Lahrê Şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn û êrîşên dagirkeriyê yên bi hevkariya PDK’ê hatin şermezarkirin.

Li bajarê Lahr ê Elmanyayê bi pêşengiya KOMAW’ê Şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn. Li qada bîranînê wêneyê şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Gelek Kurdistanî û malbatên 26 şehîdan tevlî bîranînê bû.

Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di bîranînê de axaftvanan bal kişand bi ser berxwedan û têkoşîna Şehîdên 14’ê Tîrmehê. Axaftvanan anî ziman ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser Kurdistanê û tevahiya Kurdan e. Axaftvanan bal kişand bi ser xiyaneta PDK’ê jî û gotin: “Her roj Malbata Barzanî dibe şirîkê sûçek din. Em berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya li dijî dagirkeriyê silav dikin.”

Bîranîn bi dirûşmeyên  “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.