Li Krefeldê polîsên Elman hatin protestokirin

Helwesta polîsên Elman a li hemberî çalakiya Ûgûr Şakar ê ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bêdengiya hikûmeta Elman bendena xwe dabû ber agir, bi çalakiyekê hate protestokirin.

Helwesta polîsên Elman a li hember çalakiya Ûgûr Şakar ê 20’ê Sibatê ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bêdengiya hikûmeta Elman bendena xwe dabû ber agir, li pêşiya Dadgeha Krefeldê bi daxuyaniyeke ya çapemeniyê hate protestokirin.

Girseyê pankarta nameya Ûgûr Şakar a bi zimanê Elmanî hatibû wergerandin li ser vekirin.

Di daxuyaniya hete kirin de helwesta polîsên Elman a li hember çalakiya Şakar hate protestokirin. Ji bo şermezarkirina helwesta hikûmeta Elman a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çelekgek reş danîn pêşiya dadgehê.