Li Kopenhagê şehîdên 9’ê Gulanê hatin bibîranîn

Li Kopenhagê ya ku paytexta Danîmarkayê ye li pêşiya konsolosxaneya Îranê Şîrîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger, Elî Heyderiyan û Ferhat Vekîlî hatin bibîranîn yên di 9’ê Gulanê de hatibûn darvekirin.

Li Kopenhagê ya ku paytexta Danîmarkayê ye şehîdên 9’ê Gulanê hatin bibîranîn.

Di çalakiyê de wêneyên Şîrîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger, Elî Heyderiyan û Ferhat Vekîlî hatin hildan. PJAK û KJAR’ê ev çalakî organîze kir.

Nûnerên gelek rêxistinan jî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de darvekirinên li Îranê û polîtîkaya kuştina jinên Kurd hate şermezarkirin.

Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk a li dijî Başûrê Kurdistanê jî hate şermezarkirin.