Li Kopenhagê Roja Kobanê ya Cîhanê hate pîrozkirin
Platforma Piştevaniya Kurdistanê ya li paytexta Danîmarka Kopenhagê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir.
Platforma Piştevaniya Kurdistanê ya li paytexta Danîmarka Kopenhagê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir.
Nêzî 60 kes beşdarî çalakiya di 4'ê Mijdarê de li Kopenhagê hat lidarxistin bûn. Çalakî bi temaşekirina sînevîzyona Kobanê ya ku bi kêliyên hestiyar derbas bû destpê kir.
Piştre Parlamenterê Partiya Yekîtiya Keskan a Sor Søren Søndergaard di axaftina xwe de behsa serdanên xwe yên berê yên li Rojava û têkoşîna Kobanê kir.
Søndergaard hişyariyên Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên ji bo Îsraîlê jî bi bîr xist û bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a ku bi salane û bi taybetî meha dawî ên li dijî Rojava pêk tîne.
Li ser navê Partiya Yekîtiya Keskan a Sor Îbrahîm Benlî, anî ziman ku li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana civakî ya demokratîk hatiye avakirin û destnîşan kir ku ev modela herî guncaw a Rojhilata Navîn e.
Nûnerê Rêveberiya Xweser a Danîmarkayê Dara Efrîn, diyar kir ku jiyaneke demokratîk hatiye avakirin lê di pêvajoyeke dijwar re derbas dibin û got ku jiyana demokratîk rastî êrîşên dewleta Tirk tê.
Li ser navê PYD'ê yê Danîmarkayê Saleh Îbrahîm axaftinek kir û diyar kir ku ew bi dîtina dostên xwe yên hêja di vê roja watedar de kêfxweş in.
Li ser navê Kongra Star Nezahat Efrîn, jî da zanîn ku wan bi pêşengiya jinên Rojava azadiya xwe bi dest xistine û got ku lê Rojava di bin xeteriyeke mezin de ye û rastî êrîşên giran tê. Nazahat Efrînî destnîşan kir ku divê li hemberî rewşa Rojava her kes hestiyar bin.
Çalakî bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.