Li Kopehagê komploya navnetewî hate protestokirin

Li paytexta Danîmarka Kopenhagê Kurdistaniyan çelenga reş danîn li pêşiya konsolosxaneya Tirk û komploya navnetewî protesto kirin.

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn ji bo 15’ê Sibatê “Roja Reş” daketin qadan û bi çalakiyan komploya navnetewî şermezar dikin.

Kurdistaniyên li paytexta Danîmarka Kopenhagê dijîn çelenga reş danîn li pêşiya konsolosxaneya Tirk û komploya navnetewî protesto kirin.

Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinan a Sêvê ve hate lidarxistin û  hate gotin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 20 sal in dibin tecrîdê de ye û ev jî sûcê dij mirovahiyê ye.

Jinan piştre ji bo balê bikêşin li ser berxwedana grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li Cadeya Nytorv standa agadarkirinê vekirin.

Kurdistaniyên li Danîmarkayê wê sibê meşa dirêj a 2 rojan bidin destpê kirin û wê komployê protesto bikin.