Li Komîsyona Ewropayê alarma bombeyê

Piştî ku îxbar hate kirin ku wê li taxa Ewropa ya Brukselê bombe biteqe, tedbîreke tund a ewlekariyê hate wergirtin.

Berdevkê polîsan a herêma Brukselê Ilse Van de Keere daxuyanî da ajansa Belga û diyar kir, bi rêya telefonê îxbar hatiye ku wê li fîrmayeke li kolana Breydelê bombe biteqe.

Berdevk got, "Saet 10:30'î telefonek ji fîrmayê re hatiye û jê re hatiye gotin ku wê bombe biteqe."

Fîrmaya ku qala wê tê kirin ji Konseya Ewropayê re dixebite û li qada şêwirmendiyê pisporiyê dike.

Nêzî 40 kes ji herêmê hatin derxistin û ji bo ewlekariyê herêm hate dorpêçkirin. Beşek ji taxa Ewropayê li trafîkê hate girtin.

Talîmat ji polîsên federal re hate dayin ku ewlekariyê xurtir bikin. Operasyona li herêmê hîn jî didome.