Li Kolnê protestokirina tecrîdê; Tûzak ê di grevê de hate destgirkirin

Li bajarê Elmanya Kolnê bi hezaran kes li hev civiyan. Di çalakiyê de tecrîd hate protesto kirin û çalakgerên greva birçîbûnê jî hatin silav kirin.

Li bajarê Elmanya Kolnê bi dehan hevparên rêxistin û saziyan li hev civiyan, bi dirûşmeya “Tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin” bal kişandin li ser çalakiya grevên birçîbûnê, Leyla Guven û hevalên wê hatin silav kirin.

Serê sibê ji gelek cihên welat bi hezaran welatiyan berê xwe da Koln Deûtzer Werftê. Girseyê dirûşmeyên “Leyla Guven rûmeta me ye”, “Bijî Serok Apo’ berz kirin.

KCDK-E, NAV-DEM, FCDK, FED-MED, Hewldana Mereşê, AVEG-KOM, PKAN, ATÎK, YJKE, FEDA,Partîzan, SKB, YS, Agif, Alinterî, MLKP, HBDH û çalakgerên Nurnberg, Dûîsbûrg ve Kassel û malbatên wan beşdarî çalakiyê bûn.

‘QONAXA KIRITÎK!’

Di çalakiyê de hate diyar kirin ku grevên birçîbûnê di qonaxa kiritîk de ye û bêdengiya li dijî çalakiyan nayê qebûlkirin, banga ketina tevgerê li saziyên Ewropa hate kirin.

Li ser banga hevpar a saziyan hevparên platforman li hev civiyan û hate diyar kirin ku greva birçîbûnê ya  300 girtî li girtîgehan, Nasir Yagiz, çalakgerên Strasboûrgê, Îmam Şîş û grevên birçîbûnê yên li Mexmûr, Swîsre, Hollanda, Ewûstûrya, Elmanya û Kanada didomin.

Çalakgerê greva birçîbûnê Mûstafa Tûzak ku beşdarî çalakiyê bûbû ji aliyê polîsan ve bi hinceta wêneyê Ocalan li ser bedena wiye hate derb kirin û ji herêmê hate durxistin.