Li Kolnê meşa 'Azadî ji Ocalan re'
Konê bi daxwaza azadiya Ocalan roja Pêncşemê li bajarê Koln ê Elmanyayê hatibû vedan, doh bi meşekê bi dawî bû.
Konê bi daxwaza azadiya Ocalan roja Pêncşemê li bajarê Koln ê Elmanyayê hatibû vedan, doh bi meşekê bi dawî bû.
Kurdistaniyên li eyaleta NRW'ê ne tevî dostên xwe êvarê li Heûmarktê li hev kom bûn û bi wêneyên mezin ên Rêberê Gelêw Kurd Abdullah Ocalan dest bi meşê kirin.
Di dema çalakiya konê agahdarkirinê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû qedexekirin û ev qedexe bi çalakiya rûniştinê ya 10 deqeyan hate şermezarkirin.
Li Deûtzer Werftê jî mîtîngek hate lidarxistin. Hevserokê FED-MED'ê Engîn Seven, Nûnera AGÎF'ê Şafak Denîz û aktîvîsta ji Rojhilatê Kurdistanê Ronak Rojhilat axivîn.
Qisekeran bal kişandin ser berxwedana gerîla ya li Heftanînê û destnîşan kirin, gerîla ji bo azadiya Kuridstanê têdikoşin, ew jî heta dawiyê bi wan re ne.
Çalakî bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.