BI DÎMEN

Li Kolnê 10 hezar broşur û belavok hatin belavkirin

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Kolnê amadekariyên ji bo Meşa Mezin a Kolnê bi komîteyên li 8 herêmên cuda dewam dike. Serdana malbatan û dikandaran hate kirin. Her wiha zêdeyî 10 hezar broşur û belavok hatin belavkirin.

Ji Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Kolnê Ridwanê Dimilî diyar kir ku ji bo meşa ku wê bi sed hezaran mirov tevlî bibin, ew li gel hemû meclîsan dixebitin.

Li hemû bajarên Ewropaya Navîn ji bo Meşa Mezin a Kolnê ya 17'ê Sibatê amadekariyeke berfireh tê kirin. Kurdistaniyên li bajarê Kolnê ji ber ku malovaniyê ji meşê re dikin, hîn bêhtir di nava kelecanê de ne. Ji Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Kolnê Ridwanê Dimilî ji ANF'ê re axivî û got, "Em malovan in. Ji ber ku wê meşeke mezin pêk were em tevî hemû meclîsan dixebitin. Weke Koln em wezîfeya xwe pêk tînin."

Dimilî anî ziman ku wan li navenda Kolnê li 8 herêman komîte ava kirine, karên xwe dewam dikin û got, "Me piraniya amadekariyên xwe yên ji bo meşa dîrokî temam kirine. Serdana malbat û dikandaran hate kirin. Zêdeyî 10 hezar broşur û belavok hatin belavkirin. Heta 16'ê Sibatê roja Înê jî em plan dikin ku 10 hezarên din jî belav bikin."

DIVÊ HER KES BÊN KOLNÊ

Dimilî anî ziman ku eger li Ewropayê bi sed hezaran kesî meş bê lidarxistin wê li Strasboûrgê, li Parlamenta Ewropyaê destê Kurdan hîn xurt bibe û got, "Eger em dixwazin destê Serok Apo xurt bikin, divê em bi ruhê pêvajoya Romayê wezîfeyên welatparêziyê bi cih bînin û di 17'ê Sibatê de li Kolê bin. Em ji vê yekê jî bawer dikin; em ê bi sed hezaran kesî li navenda Kolnê meşa xwe bi serketî pêk bînin."

Ji Meclîsa Jinê ya Viyan a Kolnê Sîdar Ayhan jî bal kişand ser tecrîda 25 salan a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Em amadekariyên xwe hemûyan dewam dikin. Em bang li gelê xwe dikin. Di 17'ê Sibatê de ji 7 heta 70 salî tevlî meşê bibin. Em Rêberê xwe û gelê xwe azad bikin."

DIVÊ KES LI MALÊ NEMÎNE

Kurdistanî li Kolnê bi komên koçber û derdorên çep ên Elman re jî hevdîtinan dikin; carna jî li hev kom dibin û daxuyaniyên kurt didin. Di dema daxuyaniyeke bi vî rengî de ya li qada Wîener a li Koln-Mulheîmê hate dayin, ji Meclîsa Jinê ya Viyan Cemîla Bokanî got, "Rêber Apo di bin tecrîdeke giran de ye. Mirovên me yên ji çar parçeyan divê di 17'ê Sibatê de beşdarî meşa li Kolnê bibin."

Ji Meclîsa Jinê ya Viyan Yildiz Fîlîmcî jî got, "Divê kes li malê nemîne. Kurd divê kargehên xwe bigirin û tevlî meşê bibin. Tecrîd tenê bi vî rengî dikare bê şikandin, azadî bi vî rengî pêk tê. Her kesên alîgirê edalet, mafên mirovan, demokrasî û azadiyê divê li Kolnê bin. Bêedaletiya herî mezin a li cîhanê li Girava Îmraliyê ye. Di serî de gelê Kurd em li bendê ne ku hemû komên koçber ên li Elmanyayê û çep-sosyalîstên Elman tevlî meşa li Kolnê bibin."