Li Koln û Freîbûrgê ji bo azadiya Abdullah Ocalan stand hat danîn
Li bajarê Koln û Freîbûrgê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan stand hat danîn.
Li bajarê Koln û Freîbûrgê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan stand hat danîn.
Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” li bajarê Koln û Freîbûrg ê Elmanyayê stand hat danîn.
KOLN
Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Viyana ya Kolnê, bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan standa agahdarkirinê hate danîn. Stand li Roncalliplatzê hat danîn. Qada standê bi wêne û alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xemildandin.
Li standê axaftin hatin kirin û wiha hate gotin: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1999'an de di encama komploya navneteweyî de dîl hat girtin û ev 24 sal in li Girtîgeha Îmraliyê rastî pêkanînên dijhiqûqî tê. Bi salan e Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hemû mafên xwe bêpare û nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.“
FREÎBÎRG
Li Qada Wasserstraße / Ecke jî di saet 12.00-15.00’an di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” stand hat danîn. Di çalakiya standê de hat diyar kirin ku rejîma tecrîdê sûcekî navneteweyî ye û divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.