BI DÎMEN

Li Kielê tecrîd û êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kîelê hat protestokirin.

PROTESTOYA TECRÎD Û DAGIRKERIYÊ

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Meydayê yên li Başûrê Kurdistanê û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Kiel ê Elmanyayê bi çalakiyekê hat protestokirin.

Mitînga protestoyî ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kiel (DKTM) ve hat organîzekirin, ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê destpê kir. Li ser navê DKTM’ê ya Kielê Şirîn Muş axivî û destnîşan kir ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji polîtîkayên tecrîdê ne serbixwe ye. Şirîn Mûş got: “Dewleta Tirk a dagirker bi her curê hovîtiyê êrîşî axa welatê me, şervanên azadiyê dike. Bi xayinan re Başûrê Kurdistanê dagir dike. Dewleta Tirk hem li ser Serok Apo tecrîdeke ku nehatiye dîtin pêk tîne, hem jî êrîşî axa me dike. Em îro di heman demê de ji bo biryara dewleta Îranê ya terorîst a ji bo darvekirina rojnamevan Pêşxan Ezîzî rawestînin, li bajarê Kiel ê Elmanyayê bi tevlîbûna Kurdên welatparêz û dostên wan van dewletên terorîst protesto dikin.“

Di mitînga protestoyî de dirûşmeyên “faşîst Erdogan”, “Kujer Erdogan”, “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Beşdaran di mitîngê de pankartên bi nivîsa Freiheit für Abdullah Öcalan, eine politische Lösung für Kürdische Frage” û “Verteidige Kurdistan gegen Invasion und Verrat!” hilgirtin.