Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger hatibû destpêkirin. Hefteya borî jî li pêşiya Parlementoya Ewropayê greva birçîbûnê ya dorveger hatibû destpêkirin.
Îro jî li pêşiya Konseya Ewropayê bi sedan Kurd kom bûn û piştî daxuyaniyeke kurt dest bi greva birçîbûnê kirin. Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Zubeyîr Aydar berxwedana li hemberî tecrîdê silav kir û diyar kir ku ew ê dev ji azadiya Ocalan bernedin.
Aydar kir ku di hilbijartina 31’ê Adarê de gelê Kurd li hemberî qeyûman bi ser ketiye û gotrku “HDP li dijî dewletê kete hilbijartinê. Bi hilbijêrên sixte re, cihên wekî Şirnexê hatin xespkirin lê gelê Kurd li Kurdistanê encameke baş stend. Gelê Kurd li metrepolan jî roleke sereke bi cih anîn. Bi piştgiriya Kurdan, CHP li dijî AKP’ê bi ser ket. Dema ku mirov li encaman binihêre, dibîne ku Erdogan têk çûye. Ev têkçûn wê bibe sedem ku di navbera AKP û MHP’ê de alozî çêbibe.”
Ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger, grevên birçîbûnê yên dorveger li pêşiya Parlementoya Ewropayê hatibû destpêkirin. Ev çalakî wê li pêşiya Konseya Ewropayê were domandin. Ji welatên Ewropayê nêzî 150 kes tevlî çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger dibin.