BI DÎMEN

Li Helsînkiyê Newroz bi şahiyekê hate pîrozkirin

Newroz li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê bi şahiyeke girseyî hate pîrozkirin.

Newroz li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê bi şahiyeke girseyî hate pîrozkirin.

Di şahiyê de siyasetmedarê Kurd Remzî Kartal li ser rewşa heyî ya li Kurdistanê û cîhanê nirxandin kir.

Ji Koalîsyona Çep a Fînlandiyayê Lî Andersson û Paavo Arhîmakî jî axivîn û piştgirî dan têkoşîna gelê Kurd a li dijî dagirkeriyê. Her wiha daxwaza serketinê kirin.

Di pîrozbahiyê de hunermend Kardo, Hemîd Ûrmiye, Lorensê Amûdê, Xecê û Azad Bedran hunera xwe pêşkêş kirin.

Pîrozbahiyê bi gerandina govendê heta derengiya şevê dewam kir.