Li Helsînkiyê çalakiya ‘Aştî ji bo Rojava’

Li Heslînkiyê çalakiya “Aştî ji bo Rojava” hat lidarxistin.

Li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê meş û mîtînga bi navê “Aştî ji bo Rojava” hate lidarxistin.

Rêxistinên dostên Kurdan wek Riseup 4 Rojava û NCDK ev çalakî rêxistin kirin.

Çalakî li navenda bajêr bi meş heya ber parlamentoya biçûk (Beşek parlamentoyê li cem parlamentoya esas) dewam kir. Li pêş parlamentoya biçûk daxuyanî ji aliyê rêxistinan ve hat dayîn, dirûşme hatin berzkirin. Di daxuyaniyan de hat xwestin ku dewleta Fînlandiya qedexeya çek firotinê dîsan li ser Tirkiyeyê dayne. Hat xwestin ku êrîşên li ser Kurdan bên rawestandin û ti tawîz ji bo daxwazên Tirkiyeyê yên girêdayî mafên mirovan neyên dayîn. Di çalakiyê de alên PKK, YPG, YPJ û Rojava û pankart hatibûn hilgirtin.

Çalakî bi berzkirina dirûşme û gerandina govendê bi dawî bû.