Li Helsinkiyê agirê Newrozê hate pêxistin

Bi dehan Kurdên li Helsinkiya paytexta Fînlandiyayê agirê Newrozê pê xistin.

Li Helsinkiya ku paytexta Fînlandiyayê ye, agirê Newrozê ji aliyê bi dehan Kurd ve hate pêxistin.
Di çalakiya pîrozbahiyê de hate diyarkirin ku wê dagirker werin têkbirin û berxwedana wan wê berdewam bike.
Çalakgeran di pîrozbahiyê de Newroza sala 2021’an li şervanên azadiyê û Rêber Apo pîroz kirin.
Çalakiya Kurdistaniyan bi girtina dîlana li dora agirê Newrozê û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.