BI DÎMEN

Li Heilbronnê şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn

Li Heilbronnê bi pêşengiya endamên TCŞ’ê bi çalakiyekê Şehîdên Berxwedana 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn.

BERXWEDANA "ROJIYA MIRINÊ YA MEZIN"

Li bajarê Heilbronn ê Elmanyayê, bi boneya 42’yemîn salvegera berxwedana “Rojiya Mirinê ya Mezin” ku bi pêşengtiya kadroyên pêşeng ên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Kemal Pîr, M. Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek di 14’ê Tîrmeha 1982’yan de li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê li dijî êşkence û sepanên dermirovî hatibû destpêkirin, bîranîna girseyî hat lidarxistin. Bîranîn bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) hate lidarxistin. Li qada bîranînê wêneyê şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin danîn.

Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di bîranînê de sînevîzyona li ser şehîdan hate pêşandan.

Di bîranînê de li ser navê KOMAW’ê Osman Serhat axivî. Serhat anî ziman ku Şehîdên Berxwedana 14’ê Tîrmehê hemû polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a li ser gelê Kurd pûç kirin.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.