Li Heîlbronnê meşa li dijî faşîzmê
Li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê li dijî faşîzmê meşeke hevpar hate lidarxistin.
Li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê li dijî faşîzmê meşeke hevpar hate lidarxistin.
Li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK), Deutsch-Afrıkanischer Verein, Die Linke, Antıfa-Abend Interventionistische Linke, aktîvîstan û Seebrücke li dijî faşîzmê çalakiyeke hevpar organîze kirin.
Meşê ji Theresîenwîese ya Heîlbronnê dest pê kir û Elman, Efrîkî û Kurdistanî li dijî faşîzmê meşiyan.
Di çalakiyê de ji bo bîranîna George Floyd ê li DYE'ê ji aliyê polîsan ve hate kuştin bi 8 deqe û 50 saniyeyan rêz hate girtin. Piştre navê bi sedan kesên ku bi salane ji aliyê faşîzmê ve hatin qetilkirin hatin xwendin.
NCDK Heîlbronnê piştre peyamek da û destnîşan kir ku ew neçar in li dijî faşîzmê bibin yek.
Qisekeran jî bal kişandin ser şoreşa Rojava û diyar kirin ku şoreşa Rojava bi gelan hemûyan hatiye kirin û alternatîfa li dijî faşîzmê ye.
Meşa ku bi qîrîna dirûşman ji Theresîenwîeseyê dest pê kir li Bollwerkstrûmê bi dawî bû.