Li Hannoverê tecrîd hate protestokirin
Li bajarê Elmanya Hannoverê Meclîsa Jinan a Ronahî li pêşiya Buroya Mafên Mirovan a Navnetewî komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê protesto kir.
Li bajarê Elmanya Hannoverê Meclîsa Jinan a Ronahî li pêşiya Buroya Mafên Mirovan a Navnetewî komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê protesto kir.
Meclîsa Jinan a Ronahî ya Hannoverê bi çalakiyekê 20’emîn salvegera komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kir.
Jinan li pêşiya Buroya Mafên Mirovan a Navnetewî li hevciviyan û ji bo Ocalan û çalakgerên greva birçîbûnê dirûşme berz kirin.
Endamên meclîsa jinan bêdengiya rêxistinên mafên mirovan û îktidarên Rojavayî ya li dijî tecrîdê şermezar kir.
Li ser navê meclîsê daxuyanî hate dayîn, bal hate kişandin li ser rewşa Ocalan û wiha hate gotin; “Mirovekî evqas aşitî û demokrasixwaz ku 20 sal e li girtîgehê girtî tê girtin şerma hemû cîhanê ye.”
Endamên Meclîsa Jinan a Ronahî diyar kirin ku daxwazên Leyla Guven daxwazên hemû gelên bindestin û gotin heta tecrîd neyê şikandin wê çalakî bidomin. Çalakî bi dirûşmeyan bidawî bû.