Li Hannoverê dagirkeriya Tirk hate protestokirin
Kurdên li bajarê Hannover ê Elmanyayê dijîn, dagirkeriya Tirk û hevkarên wê protesto kirin.
Kurdên li bajarê Hannover ê Elmanyayê dijîn, dagirkeriya Tirk û hevkarên wê protesto kirin.
Bi pêşengtiya NAV-DEM’ê li bajarê Hannover ê Elmanyayê bi çalakiyekê ku roja Înê hate kirin, dagirkeriya dewleta Tirk hate protestokirin.
Di çalakiyê de nerazîbûn nîşanî hikûmeta Federal a Başûrê Kurdistanê jî hate dayîn, ji xebatkarên NAV-DEM’ê Ciwan Çewlig axivî û diyar kir ku divê hikûmeta Kurd dev ji hevkariya bi dewleta Tirk re berde û got: “Divê demildest hikûmeta Barzanî têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk re bi dawî bike û alîkarî bide têkoşîna ji bo yekîtiya netewî ya Kurdistanê.” Çewlik daxwaza bedana aktivîstên Kurd jî kir.
Ji tevgera jinê Altûn Bîschoff jî nerazîbûn nîşanî hikûmeta Hewlêrê da û got: “Divê li dijî dewleta dagirker û tecawîzkar bibin yek.”