Li Hannover, Rennes û Viyanayê tecrîd hate protestokirin

Bi armanca bal kişandina ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Hannover, Rennes û Viyanayê çalakî hatin kirin.

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a Ronahî bi armanca balkişandina ser grevên birçîbûnê li pêşiya stasyona trenê ya navenda Hannoverê standa agahdarkirinê hate vedan. Di çalakiyê de hate gotin ku daxwazên Leyla Guven daxwazên demokratîk ên hemû gelên hejar in.

RENNES

Endamên Komeleya Jinan a Zîn li bajarê Rennes ê Fransayê li Qada Rebûplîqûeyê hatin ba hev û xwedî li çalakiya grevên birçîbûnê yên bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hatiye destpêkirin. Di çalakiyê de belavokên ku daxwaz û berxwedêrên grevan tîne ziman hatin belavkirin.

VIYANA

Bi heman armancê Kurdistanî û dostên wan li paytexta Ewûtûrya Viyanayê li Stephansplatzê çalakiyek kirin û di çalakiyê de li gel wêneyê Leyla Guven wêneyên berxwedêrên grevan hildan.

Li ser çalakiyên grevan belavok hatin belavkirin.