Li Hambûrgê Meşa Dirêj destpê kir
Li Hambûrgê li dijî Komploya Navneteweyî û êrîşên dagirker meşa dirêj destpê kir.
Li Hambûrgê li dijî Komploya Navneteweyî û êrîşên dagirker meşa dirêj destpê kir.
Li dijî Komploya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan û êrîşên dagirker ên li ser Rojava meşa dirêj a 3 rojan li Hambûrgê destpê kir.
Gava yekem a meşê ji pêşiya Parlementoya Hambûrg bi kombûna Kurdistaniyan û belavkirina belavokan a sedemê meşê destpê kir. Meş li semta Gansemarkt bi mîtîngekê bi dawî bû.
GAVA DUYEMÎN WÊ JI ANTONA DESTPÊ BIKE
Îmam Comet ê di Komîteya Amadekar de cih digire ragihand ku wê gava duyemîn a meşê sibe ji semta Altona destpê bike û li Girtîgeha Damtorê bi dawî bibe. Comert anî ziman ku wê alîgirên tîma Futbolê ya St. Paûlî jî destekê bidin meşê.
Meşa ku wê sibe saet 12:00’an ji ser Rêya Altona Grossebergê destpê bike li bendê ye ku welatiyên Hambûrg, Kîel û Bremenê jî tevlî bibin.