Li Hambûrgê li dijî Komploya 15’ê Sibatê meş hate lidarxistin

Li Hambûrgê Kurdistanî û dostên wan li dijî Komploya 15’ê Sibatê meşiyan.

Li bajarê Elmanya Hambûrgê Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezar kirin.

Li semta Altona bi beşdarbûna Kurdistanî û dostên wan meş hate destpêkirin û Kurdistaniyên ji Bremenê hatibûn jî beşdar bûn. Qonaxa duyemîn a meşê li pêşiya Stadyûma St Paûlî hate kirin. aligirên St Paûlî jî beşdarî meşê bûn.

Di meşê de yasaya polîsan a ji aliyê Senatoya Hambûrgê ve hatibû derxistin jî hate protesto kirin.

Meşa ku bi hezaran kes beşdar bûyîn bi dirûşmeya “Terorîst Erdogan” bidawî bû.