Li Hambûrgê ji bo şehîdan pankart hate daliqandin
Li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê ciwanên Kurd ji bo bîranîna şehîd Şiyar Gabar û Dilsoz Bahar pankartek daliqandin.
Li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê ciwanên Kurd ji bo bîranîna şehîd Şiyar Gabar û Dilsoz Bahar pankartek daliqandin.
Ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) bi wesîleya salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava û salvegera şehadeta Şiyar Gabar û Dilsoz Bahar li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê çalakiyek kirin.
Ciwanan li ser pireke rêyeke şên a bajêr pankartek daliqandin.Di pankartê de wêneyên Şiyar Gabar û Dilsoz Bahar û alaya PKK’ê cih girt.
Di çalakiyê de banga bîranînê a ya di 17’ê Tîrmehê de hate kirin. Wê bîranîn saet di 18.00’an de li Sternstraße 2, 20357 were kirin.