BI DÎMEN

Li Halleyê Newroz hat pîrozkirin

Newroz li bajarê Halle yê Elmanyayê bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

NEWROZ

Li bajarê Halle yê Elmanyayê Newroz bi şahiyekê hat pîrozkirin. Kurdistanî û dostên wan di saetên serê sibê de bi alên YPG, YPJ û Rojava û cil û bergên gelê Kurd herikîn qada Newrozê. Li qada Newrozê dirûşmên "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin, ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.

Piştre Hevserokê Federasyona Kurdistaniyên Azad ên Elmanyaya Rojhilat FED-KURD Menderes Canbek axaftinek kurt kir. Canbek diyar kir ku gelê Kurd 20 hezar sal in li Kurdistanê dijî û gelê xwecihî yê Mezopotamyayê ye. Canbek diyar kir ku ev gelê qedîm îro nikare zimanê xwe bi kar bîne û bi azadî li xaka xwe bijî. Canbek destnîşan kir ku dewleta Tirk zilmê li gelê Kurd dike û bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan 26 sal in di bin tecrîdeke giran de ye.

Şahiya Newrozê bi muzîk û gerandina govendê bi dawî bû.