Li Grevenbroîch û Lîegeyê bîranîna şehîdan

Li bajarê Grevenbroîch ê Elmanyayê gerîlayên YJA Starê 8'ê Hezîranê li Dersimê şehîd bûn û li bajarê Lîege yê Belçîkayê jî Elefterya Ocalan û Beşeng Goran hatin bibîranîn.

Gerîlayên YJA Starê Dîcle, Berfîn, Nûda, Havîn û Kînem Amed, ku 8'ê Hezîranê li Dersimê bi şer de şehîd bûbûn, li Grevenbroîchê hatin bibîranîn.

Bîranîn li Navenda Civaka Kurd  a Demokratîk, bi deqeyek rêzgirtinê, bi tevlêbûna gelek siyasetmedarên Kurd dest pê kir.

Bîranîn di şexsê Kînem Amed de hate kirin. Bavê Kînem Amed Mîkaîl Karakuş got, keça wî Kînem dema xwendekariyê çalak bûye, dema ku xebat dikir nedizanî xew çiye, westandin çiye û got, ''Ez sond dixwim ku têkoşîna ku Kînem dayî bidomînim û dilsozê bîranîna wê bim. Kînem û çar hevrêyên wê ne tenê şehîdên me, şehîdê hemû gelê me ne. Ez bi hurmet û minet wan bi bîr tînim. Bila serê gelê me sax be.''

Besîma Konca jî li ser navê  Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJK-E) axivî û got,  şehîd ne tenê yên Kurdistanê, yên hemû gelên Rojhilata Navîn, şehîdên demokrasî û mirovahiyê ne.

Bîranîn bi dirûşmên ''jin, jiyan, azadî'' qediya û piştre bav Karakuş sersaxî qebûl kir.

LIEGE

Li Lîege ya Belçîkayê jî şehîd hatin bibîranîn.

Bîranîna ku ji bo Elefeterya Ocalan û Beşeng Goran hatibû hazirkirin bi rêzgirtinê dest pê kir.

Dayika Elefterya Ocalan şekir belav kir. Sînevizyonek hate nîşandan. Di bîranînê de piştî axaftinan xwarin hate dayin.