Li Gîessenê kompl hate şermezarkirin, Guven hate silavkirin

Li bajarê Gîessen ê Elmanyayê Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê hate şermezarkirin, greva Leyla Guven a di roja 100’ê de jî hate silavkirin.

Çalakiya li Kûgelbrûnnenê hate kirin Kurdistaniyên li Gîessen û derdorî wê dijîn tevlî bûn. Di axaftinên çalakiyê de hatin kirin Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin, grevên birçîbûna ya Leyal Guven a di roja 100’ê de, her wiha berxwedêrên grevên birçîbûnê yên li Hewlêr, Strasboûrg, Galler, Toronto, Den Haag, Dûîsbûrg û girtigehên Tirkiyeyê hatin silavkirin.

Di çalakiyê de belavoka ku ji aliyê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç ve bi Elmanî hatibû amadekirin hate xwendin.

Li gel Kurdistaniyan Yekîtiya Suryanên Ewropa (ESU), Partiya Lelînîst Marksîst a Elmanya (MLPD) û Endamên Partiya Komunîst a Elmanya jî destek dan çalakiyê.