Li Gelek welatên Ewropa tecrîd û PDK hatin protestokirin
Li gelek bajarên Ewropayê bi çalakiyên hatin kirin, êrîşên PDK’ê yên li ser gerîla û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin protestokirin.
Li gelek bajarên Ewropayê bi çalakiyên hatin kirin, êrîşên PDK’ê yên li ser gerîla û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin protestokirin.
PARÎS
Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bonliyeya Vîllîers Le Bel a paytexta Fransa Parîsê bi çalakiyekê êrîşa PDK’ê ya li ser gerîla protestokirin. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hatin hildan. Dîsa bê navber dirûşmên ‘Bimre xiyanet’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Ciwan fedayê Apo ne’ qîr kirin. Meşa ji pêşiya gara Vîllîers Le Bel destpê kir li pêşiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk veguherî mîtîngê û piştre jî bidawî bû.
BORDEAÛX
Li bajarê Bordeaûx a Fransayê bi heman armancê çalakiyek hate kirin. Çalakî saet 18:30’î li pêşiya Şaredariya Bordeaûxê destpê kir û pankarta ‘Xiyaneta PDK’ê rawestînin’ hate vekirin. Di çalakiyê de dirûşmên PDK’ê û dewleta Tirk protesto dike hatin qîrkirin. Çalakî bi qasî nîv saetê dom kir.
SAARBRUCKEN
Li bajarê Saarburcken li pêşiya Eûropa Galerieyê bi heman armancê çalakiyek hate kirin û bi dirûşma PDK hate şermezarkirin. Di axaftinên hatin kirin de banga yekîtiya nava Kurdan hate kirin.