Li gelek navendên Elmanya êrîşên dagirker hatin protestokirin

Kurdistanî û dostên wan ên li gelek navendên Elmanya daketin qadan êrîşên Tirk a li se Rojava protetokirin.

Li bajarê Freîbûrg a Elmanyayê li ser banga Meclîsa Nûda, ANTÎFA, Dîe Lînke, MLPD, NCKD Freîbûrg, Dergeha Çanda Elewî, Mizgefta Selahaddînê Eyûbî bi meşekê ya li Qada Alte Synagogeyê êrîşên dewleta Tirk hate protestokirin.

STÛTTGART

Kurdistanî û dostên wan ên li Qada Kobanê ya Stûttgar a Elmanyayê hatin ba hev êrîşa li ser Rojava protestokirin. Di çalakiyê de saziyên NCKD, MLKP, PARTÎZAN, PYD, MLPD û însyatîfên Kurdistanî bang kirin.

AACHEN

Kurdistanî, aktivîstên ji gelên cuda û Elman li bajarê Aachen ê Elmanyayê ji Mala Gelê Kurd dest bi meşê kirin û bi dirûşmên ‘Bijî Berxwedan YPG/YPJ’ê’ dagirkerî protestokirin.

MANNHEÎM

Bi tevlîbûna nêzî 2 hezar kesî bi dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Rojava’ Kurdistanî û dostên wan li Mannheîm a Elmanyayê dagirkeriya Tirk a li ser Rojava şermezar kirin. Li vir li ser navê MLPD, Dîe Lînke, AFÎF, Partiya Şoreşger û hevparên DGB’ê û Parlementerê berê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz axivîn.

WUPPERTAL

Li Wûppertal a Elmanyayê jî ji aliyê sedan kesî ve dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate protestokirin.