Li Garzê panela 25’ê Mijdarê

Li bajarê Garzê bi boneya 25’ê Mijdarê panelek hat lidarxistin.

Li bajarê Graz ê Awûstûryayê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navnetewey panelek hat lidarxistin. Panel bi pêşengiya Înîsiyatîfa Jinên Kurd a Grazê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hat lidarxistin.

Di panelê de ewilî ji bo jinên di encama tundiya mêr û dewletê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin. Di panelê de axaftinên Kurdî û Tirkî hatin kirin. Axaftvanan bal kişand bi ser encamên felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Jinên Kurd a "Jin, jiyan, azadî". Di apanelê de parastina cewherî û jiyana hevpar a azad jî hat nîqaşkirin.

Panel bi dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.