Li Gallerê piştgiriya ji bo Îmam Şîş didome

Li Cardîffê ya ku paytexta Galê ye, têkildarî grevên birçîbûnê yên bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan semînerek hate lidarxistin. Gelek parlamenterên Galê beşdarî semînerê bûn.

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Îmam Şîş ya li bajarê Galê, Newportê di roja 80’î de didome. Çalakî û daxuyaniyên piştgirîdayina Şîş didomin. Li paytexta Cardîffê têkildarî grevên birçîbûnê semînerek hate lidarxistin, peyamên piştevaniyê hate dayîn û parlamenterên Partiya Plaîd Cymrû Delthy Jewell û Leanne Wood gotin ku ew li gel têkoşîna Îmam Şîş in.

Bi armanca piştevaniya bi Îmam Şîş ê li Newportê, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 17’ê Kanûna 2018’an ve di çalakiya greva birçîbûnê de ye, semînerek hate lidarxistin. Endamên Parlamentoya Xweser a Gallerê, Jenny Rathbone yê ji Partiya Karker, ji Partiya Plaîd Cymrû Delthy Jewell, akitvîst Mark Campbbel, Selîl Sarican û Thomosa Hames weke qiseker beşdarî semînerê bûn. Gelek aktivîstên Galê  jî semîner şopand.

Endamê Plaîd Cymrû Delthy Jewell axivî û bêdengiya hikûmet û çapemeniya navnetewî rexne kir û diyar kir ku weke partî ew ê piştevaniya xwe mezintir bikin. Jewell diyar kir ku ji bo CPT name şandiye û daxwaz ji CPT kiriye ku dikeve nava tevgerê. Jewell axaftina xwe bi Kurdî bidawî kir û got; “Tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin.”

Endamê Partiya Karker û aktivîstê mafên mirovan Thomas James jî di axaftina xwe de got fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna gelê Kurd rê nîşanî wan dide û ew ê di wê rêyê de bimeşin.

Di semînerê de aktivîst Marka Campbell û Elîf Sarican jî axivîn û qala zextên li dijî gelê Kurd û tecrîda li ser Ocalan kirin. Endamê Meclîsa Xweser a Partiya Karker Jenny Rathbone jî peyama piştevaniyê da.

Îmam Şîş jî bi rêya videoyê peyamek ji semînerê re şand, qala armanca çalakiya xwe kir û ji bo piştevaniya aktivîst û siyasetmedarên Galê spasî kir.

Serokê berê yê Plaîd Cymrû Leanne Wood di peyama xwe ya bi dîmen de bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd û çalakiya Îmam Şîş û got ew ê li qada navnetewî piştevaniya xwe ya bi çalakiyê re mezintir bikin.

WÊNEGIR GÎNO JÎ SERDANA ŞÎŞ KIR

Wênegir Gîno yê Galê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Newportê serdana Îmam Şîş kir û tabloya ku li ser Îmam Şîş xêz kiribû diyarî da Şîş û peyama piştevaniyê da.