Li Freîbûrgê li pêşiya kargeha çekan çalakî hate kirin

Li bajarê Freîbûrg a Elmanyayê li pêşiya kargeheke ku di serî de panzerên Leopar 2 dîsa gelek wesayîtên zirxî û navîgasyonên balafir û wesayîtên teknîkî hildiberînin çalakiyek hate kirin.

Bi armanca protestokirina dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêxistina çep a Elmanya çalakiyek li kir û endamên NCKD a Freîbûrg, Meclîsa Jinan a Nûda û Dergeha Çanda Elewî jî tevlî bû.

Li pêşiya kargeha çekan pankartên ku firotina çekên Elman a ji bo Tirkiyeyê rexne dike hate vekirin û ji bo çapemeniyê daxuyaniyek hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi çekên ku dewleta Elman hildiberîne bi salan e li Kurdistanê qetlîam tên kirin. Herî dawî di êrîşa li ser Rojava de dîsa çekên dewleta Elman hilberandî hatin bikaranîn. Her çendî dewleta Elamn ragihandibe ku firotina çekan daye sekinandin jî lê niha hê jî bi çekên Elmanya sivîl jî di nav de mirov dimirin.Divê dewleta Elman di demek pir zû de li dijî dewleta Tirk bibe xwedî helwestekî zelal û guşaran li ser pêk bîne.”