Li Freîbûrgê ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê çalakî hate lidarxistin

Li bajarê Elmanya Freîbûrgê ji bo protestokirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û balkişandina li ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên ji bo ewlehî, tenduristî û azadiya Ocalan çalakiyek hate lidarxistin.

Çalakî li Qada Alte Synaggoge bi beşdarbûna endamên NCDK Freîbûrg, Meclîsa Jinan a Nûda, Komeleya Çanda Elewî ya Freîbûrgê û Mizgefta Selahaddîn-î Eyyûbî û nêzî 300 kesan destpê kir.

Girse wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG û YPJ’ê hildan ber bi navenda bajêr ve meşiyan.

Çalakger bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin û li navenda bajêr daxuyanî dan çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de hate gotin çalakiya Leyla Guven bi destpêkirina çalakiyên li girtîgeh û derveyî welat veguheriye pêngava berxwedanê û wiha didome; “Niha serî de Leyla Guven û rewşa çalakgerên greva birçîbûnê di qonaxa metirsîdar de ye. Ev daxwaz rewa ne û em jî xwedî lê derdikevin. Em bang dikin ku demildest daxwaz werin pêkanîn.”