Li Fransayê şaredariyeke din jî piştevanî da HDP’ê
Serokê Şaredariya Grabels a herêma Montpellîer a Fransayê Rene Revol nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyên HDP’ê da û peyama piştevaniya bi HDP’ê û gelê Kurd re da.
Serokê Şaredariya Grabels a herêma Montpellîer a Fransayê Rene Revol nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyên HDP’ê da û peyama piştevaniya bi HDP’ê û gelê Kurd re da.
Serokê şaredariya komûna Grabels Rene Revol a daxuyaniyek nivîskî da, bibîr xist ku 19’ê Tebaxê şaredariyên HDP’ê yên Amed, Wan û Mêrdînê hatine desteserkirin.
Revol destnîşan kir ku her sê şaredarî jî ji sedî 50’î zêdetirê dengan bidest xistine, li gel wê jî zêdetirî 400 kes jî hatine destgîrkirin. Revol got: “HDP parastina mafê demoktatîk ên Kurdan, Ermenî, Elewî, Êzidî û her kesê diparast, hikûmeta Recep Tayyîp Erdogan darbeyeke sivîl pêk aniye û birêve dibe.”
Rovel diyar kir ku weke şaredariya Grabels peyama ‘Piştevaniya bi gelê Kurd’ re da û banga tevlîbûna çalakiyên ku êrîşên li dijî demokrasiyê li Montpellîerê bên lidarxistin, bibin.