Li Fransayê karker wê 7'ê Adarê liv û tevgerê bisekinînin

Sendîkayên Karkeran ên Fransayê li dijî reforma teqawîtiyê bang kirin ku 7'ê Adarê nerazîbûna civakî zêde bikin û li welêt liv û tevgerê bisekinînin.

7'ê Adarê wê li Fransayê bibe 'rojeke reş'. Ji bo hikumet gavê paşve biavêje, sendîka dixwazin ku nerazîbûna civakî xurt bikin.

Hikumeta Serokkomar Emmanûel Macron li gel hin tawîzan jî bi biryar e ku projeya reformê bi xalên xwe yên esasî derbas bike.

Li parlamentê di nîqaşan de li ser temamiya projeyê lihevkirinek çênebû. Koalîsyona çep Nûpes bi xwepêşandanan û pêşnûmeyên sererastkirinê hewl dide li pêşiya qebûlkirina projeyê bibe asteng.

Projeya reformê wê ji 2'ê Adarê û pê ve li Senatoyê bê lêkolîn. Greva giştî ya 7'ê Adarê jî wê nerazîbûnê bigihîne asteke hîn bilind.

Serokê Sendîkaya CFDT'ê Laûrent Berger ji radyoya Europe 1 re axivî û banga "rawestandina liv û tevgerê li tevahiya welêt" kir û destnîşan kir ku ev yek ji blokajê cudatir e.

Serokê Sendîkaya CGT'ê Phîlîppe Martînez jî diyar kir ku 7'ê Adarê "welat wê bloke bibe."

Sendîka dixwazin ku hikumet projeya reformê betal bike ku dixwaze temenê teqawîtiyê ji 62 salî bike 64 salî.

Ji meha Çileyê û vir ve gelek caran di asta neteweyî de grev û çalakî hatin lidarxistin. Her carê bi milyonan mirov daketin qadan. Di 31'ê Çileyê de zêdeyî 1.5 milyon kes tevlî çalakiyan bûn.