Li Fransayê doza darezandina siyasetmedarên Kurd didome

Li Fransayê doza ku siyasetmedarên Kurd  dihate darezandin ku ji nû ve destpê kiribû, di roja 2’an de dewam kir.

Di rûniştina doza duh de Îsmaîl Akgul axivî, şêweyê darezandina dadgehê rexne kir û parastina xwe kir.

Akgul bal kişand li ser grevên birçîbûnê û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku ew xwedî li berxwedêrên greva birçîbûnê derdikevin.

Piştre siyasetmedarê Kurd Abdullah Ocalan axivî, têkildarî dosyeya dozê û bidirengxistin û girêdana bi PKK’ê re û daxwaza bidawînebûna dozê ji rayedaran pirsî.

Ocalan li ser pirsa “Daraza Fransa a xweser dixwaze çi bike” got; “Dadgeha Fransa bi delîlên îstixabreta Tirk darezandinê dike. Dewleta Tirk ji xwe dijminahiya Kurdan dike. Ti eleqeya vê bi daraza xweser re nîne. 3 jinên Kurd li Parîsê hatin qetil kirin we çima tiştek ne kir?.”

Dibe ku dadgeh têkildarî dozê biryara xwe bide.