Li Fransayê bi dehan kes û saziyan ji bo Kurdan bang kirin

Li Fransayê bi dehan kes û saziyan ji bo çareseriya siyasî ya li Kurdistanê di rojnameya Humanite de belavokek weşandin. Di belavokê de hat diyarkirin ku yekane kesê ku pirsgirêka Kurd çareser bike Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Di belavokê de îmzeya zêdeyî 50 kes û 17 kolektîfan hebû ku ji parlamenter, parêzer, stranbêj, nivîskarên xwedî xelat, fîlîzofên navdar, aktrîs/aktorên naskirî, senator, derhêner, civaknas, dîroknas û zanyarên siyasî pêk dihat. Di belavokê de gelek daxwazên mîna ji pirsgirêka Kurd re çareserî, dawî li hevkariya leşkerî ya bi dewleta Tirk re bê anîn û PKK ji lîsteya rêxistinên terorîst bê derxistin, cih digirin.

Belavoka bi sernava “Kurdistan: Çareserî siyasî ye”, di rojnameya komunîst a Fransî Humanîte de hat weşandin.

Di belavokê de îşaret bi êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyê hat kirin.

Di belavokê de hat destnîşankirin ku yekane kesê ku pirsgirêka Kurd çareser bike, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

‘DENGÊ GIRTIYÊN KURD DIVÊ LI HER DERÊ BÊ BIHÎSTIN’

Di belavokê de ji bo girtiyên Kurd banga piştevaniya navneteweyî hat kirin û ev tişt hatin diyarkirin: “Divê dengê wan li her derê bê bihîstin; divê dengê wan bê gihandina her derê. Welatên rojavayî, têkîliyên xwe yên aborî û leşkerî yên bi Tirkiyeyê re didominîn. Her welatiyek di polîtîkaya derve ya hikûmeta xwe de xwedî mafê gotinê ye.

Yek ji damezrînerên partiya demokratîk a Tirkiyeyê HDP ji Kanûna 2023’yan ve li ber dadgeran doza xwe diparêze. Ji sala 2016’an ve Parlamentera HDP’ê Sebatah Tûncel jî girtî ye.”

‘EM GUHDARÎ ABDULLAH OCALAN BIKIN’

Di belavokê de hat gotin ku gelê Kurd wê azad bibe û hat destnîşan kirin ku gelê Kurd li dijî netewperestiyê demokrasiyê diparêze û em jî piştgiriyê bidin wan. Di belavokê de ev tişt jî hat ragihandin: “Em guhdarî Abdullah Ocalan bikin. Guhdarî Selahattîn Demîrtaş û Sebatah Tûncel bikin. Her wiha guhdarî Ayşe Gokkan, Fîgen Yuksekdag, Gulten Kişanak, stranbêj Nûdem Dûrak, stranbêj Erkan Belî, rojnamevan Dîcle Muftuoglû, rojnamevan Ziya Ataman bikin ku ew jî girtî ne. Werin em guhdarî Nedîme Yaklav tevî cezayê 30 salan kêşaye jî hîna li girtîgehê tê ragirtin. Em guhdarî Mûstafa Mûrat Perîşan bikin. Em guhdarî Sever Yildirim û Abdulalîm Kaya bikin ku tevî nexweşiyên cidî jî hîna girtî ne.”

Daxwaz bi vî rengî ne:

“Dawiya lîsteyê nîne. Erê, em guhdar bikin û weke welatiyên Fransî van tiştan daxwaz bikin:
-Dawî li hevkariya leşkerî û bazarî ya bi dewleta Tirk re bê anîn;
-PKK ji lîsteya ‘rêxistinên terorê’ bê derxistin;
-Bi rêya Interpolê dawî li hevkariya polîs û edlî ya bi dewleta Tirk bê anîn;
-Nepeniya di doza cînayeta sê jinên Kurd de ku Çileya 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin, bê rakirin.

KESAYET Û SAZIYÊN KU MOHRA XWE DANÎNE BINÊ BELAVOKÊ

Nadège Abomangoli, parlamenter
Arié Alimi, avukat, nivîskar û endamtiya Lîga Mafên Mirovan (LDH)
Hakim Amokrane, hunermend, hevkarê damezrîner ê Zebda'yê
Mustafa Amokrane, hunermend, hevkarê damezrîner ê Zebda'yê
Joseph Andras, nivîskar (Xwediyê Xelata Goncourt)
Ludivine Bantigny, dîroknas
Miguel Benasayag, filozof û psikanalist
Olivier Besancenot, namzetê berê yê serokatiyê
Rachida Brakni, lîstikvan û derhêneriya film
Rony Brauman, doktor û nivîskar
Éric Cantona, aktor, stranbêj û lîstikvanê berê yê futbolê
Carmen Castillo, derhêneriya film
Patrick Chamoiseau, nivîskar
Laurence Cohen, senatorê rûmetê
Éric Coquerel, parlamenter
Leyla Dakhli, dîroknas
Hendrik Davi, parlamenter
Alice Diop, derhêneriya film
Sébastien Delogu, parlamenter
Rokhaya Diallo, nivîskar û derhêneriya film
Éric Fassin, sosyolog
Elsa Faucillon, parlamenter
Robert Guédiguian, derhêneriya film (Xelatên Filmên Ewropa)
Nadia Yala Kisukidi, filozof
Anouche Kunth, dîroknas
Adèle Haenel, lîstikvan (Xwediyê xelata lîstikvana herî baş Xelata César)
Kaoutar Harchi, nivîskar û sosyolog
Andy Kerbrat, parlamenter
Pierre Laurent, senatorê rûmetê û alîkarê serokatiya berê ya Senatoyê
Jean-Paul Lecoq, parlamenter û endamtiya meclîsa herêmî
Frédéric Lordon, filozof û ekonomist
Michael Löwy, sosyolog
Maryam Madjidi, nivîskar (Xwediyê xelata Goncourt)
Chowra Makaremi, antropolog û derhêneriya film
Carlos Martens Bilongo, parlamenter
Edgar Morin, sosyolog û filozof (madalyaya zêr a)
Aline Pailler, rojnamevan
Ernest Pignon-Ernest, hunermendê dîtbarî
Philippe Poutou, namzetê serokatiya berê
Anne Querrien, sosyolog û plangerê bajar
Rocé, rapvan
Pınar Selek, sosyolog û nivîskar
Danielle Simonnet, parlamenter
Pierre Tevanian, filozof
Ana Tijoux, rapvan stranbêj
Laetitia Tura, derhêneriya film
Françoise Vergès, zanyarê siyasî û nivîskarê ceribandinê
Gisèle Vienne, derhêner û koreograf
Abdourahman Waberi, nivîskar
Malik Zidi, aktor û nivîskar
KOLEKTÎF
Meclîsa Femînîst a Ulusoteyê
Komeleya Fransa-Kurdistan
Konseya Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F)
Femînîstên Şoreşger Parîs
Çep a Ekososyalîst
Lezbiyen li dijî desthilatdariya mêr
Ekolojiya Gel û Civakî
Tora Enternasyonalîst a Serhildan
Yekîtiya Komunîst a Azadîxwaz (UCL)
Sendîkaya Solîdaîres
Asyaya Rojava-Efrîkaya Bakur (WANA)