Li Fransa û Danîmarkayê artêşa Tirk hate protestokirin

Kurdistanî û dostên wê ku li Fransa û Danîmarkayê daketibûn qadan, êrîşên dagirker ên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojavayê Sûriyê pêk tîne protesto kirin.

Li bajarê Dreux a Fransayê, Kurd, Fransî û saziyên Elevî daxuyaniyekî çapemeniyê ya hevbeş dan. Li paytexta Danîmarka Kopenhagê û bajarê Arhus’ê jî çalakî pêk hatin.

DREUX

Bi armanca piştgiriya bi Rojava re Fransî, Kurd û saziyên Elevî li bajarê Dreux a Fransayê daxuyaniyekî çapemeniyê ya hevbeş dan. Di çalakiyê de Civaka Demokratîka Kurd a Fransayê (CDK-F), Partiya Komunîst a Firansayê (PCF), Federasyona Eleviyan a Demokratîk ya Firansayê (FEDA), Navenda Çanda Eleviyan û Ensemble 28’ê jî daxuyanî dan. Girseyekî qerebalix a gel jî tevlî bû û piştgirî da.

Nûnerê PCF Gisele Kerite axavtinek pêşkêş kir û got ku piştevaniya Rojava dikin.

Nûnerê FEDA’yê Şahîn Polat jî diyar kir: “Li dijî zilma Tayyîpê Yezîd û faşîzmê yekan e çare berxwedan e. Pêwîste her kes çi ji destê bê bike.”

Li ser navê Ensemble 28’ê Jeff Afrîk jî piştevaniya xwe ya ji bo Rojava da diyar kirin û ev bangewaziye kir: “ Ev şer ji bo me mîna şerê navxweyî ya Spaniyayê ye. Çawa ku me li dijî faşîzma Firanko berxweda, em ê bi heman biryardariyê li dijî faşîzma Erdogan û DAÎŞ’ê jî li berxwe bidin.”

KOPENHAG

Li paytexta Danîmarka Kopenhagê jî Kurdistanî û dostên wê, bi pêşengtiya Navenda Ciwaka Demokratîk a Kurd û Meclîsa Jinan a Sêvê hatin ba hev û ji bo protesto kirina êrîşên dagirkerî ya li ser Rojava, li ber Nûnertiya Netewên Yekbûyî mîtîngek saz kirin. Xwepêşanderan dosyeya ku derbarê êrîşên dewleta Tirk amade kiribûn dane Nûnertiya NY. Her wiha di saetên êvarê jî li ber parlementoyê hatin gel hev.

ARHUS

Li bajarê Arhus a Danîmarkayê êrîşên dewleta Tirk bi meş û mîtîngekê hate şermezarkirin. Di xwepêşandana ku ji aliyê komên Antî-kapîtalîst hatibû organîzekirin de girse bi rakirina pankarta “Na ji dagirkeriya Tirk a li ser Rojava” hatin cem hev. Di xwepêşandanê de ku piranî dirûşmeyên “Erdoganê Faşîst” dihatin qîrkirin de sazî, partiyê siyasî û nûnerên saziyan daxuyanî dan û ji Ewropayê xwestin ku li dijî dagirkeriyê helwestekî zelal nîşan bide. Piştî daxuyaniya saziyan, girse bi dirûşmeyan xwepêşandana xwe bidawî kir.