Li Frankfûrtê çalakiyên piştevaniyê bi Rojava re

Li Frankfûrtê çalakiyên piştevaniyê bi Rojava re hatin lidarxistin û ambargoya avê hat protestokirin.

Li sê navendên bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê ji bo balê bikişînin ser pirsgirêkên avê yên li Rojava û encamên wan standên înformasyonê hatin danîn. Bi xebata ku NCK a Frankfûrt, Komeleya Jinê ya Amara, Komeleya Piştevaniyê bi Rojava re û Însîyatîfa Womend Defend a Rojava bi hev re kir, li navendên Nordwestzentrum, Bockenheîm ve Bornheîm têkîldarî mijarê agahî hatin dayîn.

Di çalakiyê de bal kişandin ser bandorên neyînî yên bêaviyê li ser tenduristiya mirovan, qadên çandiniyê, aborî û hawirdorê.