Li Floransayê şehîd hatin bibîranîn
Li bajarê Floransayê yê Îtalyayê Aysel Kûrûpinar û Lorenzo Orzettî hatin bibîranîn.
Li bajarê Floransayê yê Îtalyayê Aysel Kûrûpinar û Lorenzo Orzettî hatin bibîranîn.
Aysel Kûrûpinar (Besê Tolhildan) a ku di 2’ê Tebaxa 2016’an de li Mûşê şehîd bûbû û şervanê enternasyonalîst Lorenzo Orsettî (Têkoşer Piling) ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê ya li Dêra Zorê di 18’ê Adara 2019’an de şehîd bûbû li bajarê Floransayê yê Îtalyayê hatin bibîranîn.
Di bibîranînê de wêneyên Kûrûpinar û Orsettî hatin daliqandin û sînevîzyonek hate nîşandan.
Di bibîranînê de siyasetmedarê Kurd Welat Bagok axivî. Bagok got ku “Her şoreş bi şehîdên xwe dikare li ser pêyan bimîne. Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê vê şoreşê diyarî gelan bikin. Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin.”
Bibîranîn bi sloganan bi dawî bû.