Li Fînlandiyayê kampanya boykotkirina Tirkiyeyê

Li Fînlandiyayê ji bo boykotkirina tûrîzma Tirk, malên Tirk û firotina çekan ji bo Tirkiyeyê kampanyayekê dest pê kir.

Di çarçoveya kampanyaya boykotê de ya li Fînlandiyayê dest pê kir, tê xwestin firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê bê rawestandin.

Amadekarên kampanyayê ragihandin ku Tirkiye yek ji welatên bingehîn e ku îxracat û îthalatê ji Fînlandiyayê dike û bi taybetî têkilî û danûstandinên di mijara tekstîl, tûrîzm û firotina çekan bi bîr xistin.

Li gorî metna kampanyayê, piraniya markayên tekstîlê yên Fînlandiyayê li Tirkiyeyê tên çêkirin. Mînak 66 ji sedî û 73 ji sedî yên hilberîna Fînlayson û Nanson li Tirkiyeyê pêk tên.

Organîzatorên kampanyayê bang li şîrketên Fînlandiyayê kirin ku heta dewleta Tirk demokratîk bibe û dawî li dagirkeriya xwe ya li xaka Kurdan bîne, xwe ji Tirkiyeyê vekişînin.

Di kampanya boykotê de hate ragihandin ku Tirkiye di heman demê de yek ji deverên sereke ne ku tûrîstên Fînlandiyayî diçin lê bêhnê vedidin û bang li Fînlandiyayiyan hate kirin ku zanibin hatineyên tûrîzmê dikevin bêrîka Erdogan û şefên şer.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku rêjeya firotina çekan a Fînlandiyayê ji bo Tirkiyeyê zêde bûye û bi vî rengî Tirkiye bûye duyemîn welatê herî zêde çekan ji Fînlandiyayê dikire. Di vê çarçoveyê de firotina polayên Fînlandiyayê hate bibîrxistin û hate gotin, bi vî polayî wesayitên zirxî yên dewleta Tirk ên Kîrpî û BMC'ê tên çêkirin, her wiha ev pola di çêkirina tankan de tê bikaranîn. Amadekarên kampanyayê diyar kirin ku tevî cebilxaneyê her wiha sîstema radarê û tekonolojiya pêşketî ya mîna droneyan ji Tirkiyeyê re tên firotin.

Di kampanya boykotê de bang li hikumetê kir ku lîsansên heyî yên betal bike. Rewşa dawî ya kampanyayê ji navnîşana turkkiboikottiin.net tê ragihandin.