Li Ewropayê rêwiyên xeyalan tên bibîranîn

Li bajarên cihê yên Ewropayê bi çalakiyên cuda cuda şehîdên Pirsûsê hatin bibîranîn.

Lı Elmaya, Fransa û Swîsreyê Şehîdên Pirsûsê hatin bibîranîn.

PARÎS

Li Qada Repûblîqûe li ser banga ACTÎT’ê li paytexta Fransa Parîsê yên di Qetlîama Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn. CDK-F, TJK-F û ADH-K jî tevlî çalakiyê bûn.

NURNBERG

Li ser banga Federasyona Karkerên Koçber ên Elmanya li Hallplatez a Nurnberg a Elmanyayê bi tevlîbûna AGÎF, Mala Gel a Medya, Partîzan û gelek kes şehîdên Pirsûsê bi çalakiyekê hatin bibîranîn. Di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku yên li Pirsûsê hatin şehîdkirin, yekbûyên gelê Tirkiye û Kurdistanê ne.

KÎEL

Bi bîranînekê şehîdên Pirsûsê li Kîel a Elmanyayê jî hatin bibîranîn. Li gel Kurdistaniyan, Anit-fa, Civaka Elewî ya Kîel, AGÎF, Fed-Med û Elman tevlî çalakiyê bûn. Di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku ji bo şoreşa Rojava bi gelên din re nebin yek bi destê çeteyan qetlîam kirin.

ZURÎH

Bi pêşengtiya Federasyona Karkerên Koçber ên Swîsre (ÎGÎF) û Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) li gel Yoûng Strûggle li Qada Staûffacher a Zurîh a Swîsreyê bi çalakiyekê şehîdên Pirsûsê hatin bibîranîn. Li gel Yekîtiya Hêza Demokratîk a Swîsre (ÎDGB) gelek sazî tevlî çalakiyê bû. Di çalakiyê de şehîdên Pirsûsê, berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn.

Di dewama çalakiyê de belavoka bi zimanê Elmanî hatibû amadekirin hate xwedin. Her wiha li ser navê ÎDGB, MLKP Swîsre, saziyên alternatîf a Swîsreyê axaftin hatin kirin.