Li Ewropayê operasyonên qirkirina siyasî hate protestokirin

Operasyonên qirkirina siyasî ya ku AKP û MHP’ê li Amedê kiribûn û qetlîamên li ser jinan li Elmanya û Fransayê hatin protestokirin.

OSNABRUCK

Li bajarê Osnabruck a Elmanyayê qetlîamên li ser jinan û operasyona qirkirina siyasî ya li ser jinan hate protestokirin. Nêzî 80 kes tevlî mîtîngê bûn.

HEÎLBORNN

Li bajarê Heîlbornn ê Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk a li dijî Zînî Wertê, desteserkirina şaredariyên HDP’ê û operasyonên qirkirina siyasî yên li ser saziyên jinan hate protestokirin.

KÎEL

Li bajarê Kîelê yê Elmanyayê jî tecrîda Ii ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên li ser Kurdistanê hatin protestokirin.

Çalakgeran bal kişandin ser êrîşên li dijî gorên gerîla û şervanan û gotin, “Roj roja serhildana li dijî zilmê ye.”

VÎLLÎERL LE BEL

Li banliyoyeya Vîllîers-le-Bel a Parîsê operasyona qirkirina siyasî ya li Amedê protesto kirin.

Di çalakiyê de dovîza ‘Jin bi hev re xurt in’ hate hildan.