BI DÎMEN

Li Ewropayê coşa Newrozê

Di pîrozbahiyên Newrozê yên li Ewropayê hatin lidarxistin, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwestin û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hatin silavkirin.

NEWROZ

Li gelek welatên Ewropayê agirê Newrozê hat vêxistin û meşên bi maşaleyan hatin lidarxistin.

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê Newroz bi meşeke bi meşaleyî hat pîrozkirin. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan beşdarî meşa ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwanên Tekoşer (TekoJIN) ve hatin lidarxistin bûn. Meş li ber Navenda Çandê ya Rote Flora dest pê kir. Bi meş saet 19.00’an dest pê kir û li kolanên Hambûrgê berdewam kir. Di meşê de dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana gerîla", "Bijî berxwedana zindanan" û "Bijî Newroz" hatin berzkirin. Çalakiya Kurdistaniyên ku li pêşiya korteja meşê bi pankarta “NEWROZ” meşiyan, li Taxa Gansemarktê bi govendê bi dawî bû.

KASSEL

Li bajarê Kassel ê Elmanyayê bi dirûşmeya “Newroza azadiya Rêber Apo” hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya ku ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, agirê Newrozê hate vêxistin. Girse li ber stranên hunermend Hozan Serfîraz, Silava û Koroya Zarokan govend gerand. Di çalakiyê de li ser navê saziya Gemeînsam Kämpfen li ser Newrozê axaftinek hat kirin.

DENHAAG Û AMSTERDAM

Bi sedan kesên ku li Amsterdama paytexta Hollandayê û bajarê Den Haagê li hev civiyan Newroz bi coş pîroz kirin.

PARÎS

Li banliyoya Vîllîers le Bel a paytexta Fransa Parîsê, Kurdistanî û dostên wan bi vêxistina agirê Newrozê û gerandina govendê şahiyek bi coş li dar xistin. Di pîrozbahiyê de ku fîşekên hewayî asîman ronî kirin, gel dirûşma "Bijî Serok Apo" berz kirin û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi lêv kirin.

BERLÎN

Li paytexta Elmanya Berlînê bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl resepsiyona Newrozê hat lidarxistin. Mehtap Erol axaftina vekirinê ya resepsiyona ku ji aliyê komîteya amadekar a Newrozê ve hat lidarxistin kir. Mehtap Erol dîroka Newrozê vegot û bal kişand ser girîngiya Newrozê. Li ser navê komîteya amadekar Nure Alkiş axivî û got: “Newroz ji bo me tê wateya vejîn û berxwedanê. Bi vê boneyê di destpêkê de hemû şehîdên Kurdistanê yên weke Mazlûm Dogan, Ronahî, Bêrîvan û gelek şehîdên Newrozê bi bîr tînin.”

Nure Alkiş wiha berdewam kir: “Weke ku tê zanîn 26 sal in di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de gel tên tecrîdkirin. Ji bo şikandina vê tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî jî em ê têkoşîna xwe berfireh bikin. Heta ku em tecrîda li ser Rêber Apo ê ku ev 3 sal in agahî jê nayê girtin bişkînin û azadiya fîzîkî misoger bikin, em ê li her qadê têkoşîna xwe bidomînin."

Parlamentera eyaletê ya Partiya Çep (Die Linke) jî axivî û got: “Newroz ne tenê çand û nifşên cuda tîne ba hev. Ev cejna aştî û hevgirtinê ye. Newroz ji bo Kurdan bûye sembola berxwedanê. Îro sembola berxwedanê ya li dijî zilm û mêtingeriyê weke roja xwerêveberî, aştî û azadiyê weke roja xwerêveberiyê, aştî û azadiyê li hemû cîhanê belav bûye. Ji ber vê yekê îro em têkoşîna cîhanek azad, civakek bêmêtingeh û civakek ku wekheviya zayendî lê serwer be, pîroz dikin. Bi kurtasî Newroz roja hevgirtineke bêsînor e. Newroz pîroz be!”

Resepsiyona Newrozê bi stranên hunermend Cemîle Dînçer bi dawî bû.

BREMEN

Li Bremenê bi Meclîsa Jinê ya Sevê û Bratî e. V meşa Newrozê hat lidarxistin. Civaka Kurd a Bremenê û dostên wan ên Elman ku di nav de jin, ciwan û zarok jî hebûn, beşdarî meşa ku li Leibnitzplat bi def û zirneyê destpê kir, bûn. Meşa Newrozê ya ku her sal di êvara Newrozê de tê lidarxistin, îsal bi dirûşma “Newroza azadiyê li dijî şer, dagirkerî û talanê ye” hat lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan ên li Leibnitzplatzê hatin ba hev, piştî ku li qada bajêr Domsheîde, Obernstrasse û Haûptbahnhofê geriyan, bi vêxistina agirê li ber Parlamentoya Eyaleta Bremenê Newroz pîroz kirin.

Di meşê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Ji Abdullah Ocalan re azadî", "Jin, Jiyan, Azadî", "Hoch die internationale Solidaritat", "Bijî berxwedana gerîla", "Bijî berxwedana Rojava" hatin berzkirin.

Meşa kevneşopî ya Newrozê bi vêxistina agirê Newrozê û gerandina govendê bi dawî bû.

KOLN

Di çarçoveya çalakiyên Cejna Newrozê ya li eyaleta NRW a Elmanyayê de, bi pêşengiya Komeleya Kurd a Demokratîk a Kolnê, li pêşiya Koln Hauptbahnhofê meşeke meşaleyî ya Newrozê hate lidarxistin. Girseya ku piraniya wan jinên bi cil û bergên xwe yên gelêrî, alên PKK'ê vekirin û li ber def û zirneyê govend gerandin. Girse bê navber dirûşmên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berz kirin. Girse danê êvarê meşale vêxistin û bi berzkirina dirûşma “Newroz pîroz be” dest bi meşê kirin. Di meşê de gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” hat berzkirin û jinan bi cil û bergên xwe yên neteweyî di korteja pêşiyê de cih girtin.

Meşa ku bi cil û bergên rengîn ên neteweyî û alên PKK'ê dest pê kir, li ber Heumarktê bi dawî bû.

Kurdistaniyan li qada Heumarktê li ber def, zirne û tilîliyan agirê Newrozê vêxistin. Kurdistaniyan demeke dirêj li dora agirê Newrozê govend gerandin û piştî axaftinan belav bûn.