BI DÎMEN

Li Ewropayê bîranîn: Şehîdên 14'ê Tîrmehê pêşeroja me ronî dikin

Di bîranînên li Ewropayê de hate diyarkirin ku divê bi ruhê berxwedana 14'ê Tîrmehê têkoşîna li dijî êrîşên qirkirinê were mezinkirin û wiha hate gotin: "Ev gel wê hem berxwedêran û hem jî xiyanetkarên ku welatê me dane dagirkeran ji bîr neke."

42’EMÎN SALVEGERA BERXWEDANA 14'Ê TIRMEHÊ

Li bajarên Ewropayê 42’emîn salvegera berxwedana "Rojiya Mirinê ya Mezin" a ku ji hêla kadroyên pêşeng ên PKK'ê Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ve di 14'ê Tîrmeha 1982'an de hate destpêkirin, bi çalakiyan hatin bibîranîn.

MANTES LA JOLIE

Li Mantes la Jolie ya Fransayê, malbatên şehîdan û gelek kes beşdarî çalakiya bîranîna Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê bûn. Hevserokê Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) Şahîn Polat û hin siyasetmedarên Kurd jî beşdarî bîranînê bûn. 

Di axaftinan de hate gotin ku berxwedêrên 14'ê Tîrmehê bûne sembola berxwedanê û pêşengên Tevgera Azadiyê û wiha domand: “Tevgera Azadiyê ya Kurd bi saya mîrateya berxwedêrên 14'ê Tîrmehê heta van rojan hat. Di serî de Rêber Apo, gerîlayên Kurdistanê û bi hezaran gelê me yên di zindanan de bi ruhê Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Alî Çîçek, Akîf Yilmaz û Mazlûm Doganan berxwedanê mezin kirine. Divê hemû Kurd vê berxwedanê esas bigirin û di nav de cih bigirin. Azadî wê bi ruhê berxwedana 14'ê Tîrmehê pêk were."

NANTES

Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) a Nantes ji bo bîranîna Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê çalakiya bîranînê li dar xist.

Endamê Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) Mele Reşît di bîranînê de axivî. Mele Reşît berxwedana 14'ê Tîrmehê silav kir û got, "Ya ku jiyana mirovan watedar dike têkoşîn e." Mele Reşît banga şopandina rêya şehîdan û berfirehkirina têkoşînê li her kesî kir.

Endamê Meclîsa Gelê Kurd Kawa Serhildan jî ev tişt anî ziman: “Ev ruhê berxwedanê hê jî pêşeroja me ronî dike. Ji kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiya Kurd Mehmet Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek di çalakiya greva birçîbûnê ya 14’ê Tîrmeha 1982’an de şehîd bûn. Ev hevalên me heta nefesa xwe ya dawî li dijî hovîtiya li zindana Amedê li ber xwe dan û lîderê cûntaya faşîst Kenan Evren û Esat Oktay Yildiran têk birin. Niha PDK di nava plana tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd de cih digire û bi dewleta Tirk a faşîst re di nava têkiliyê de ye. Em ê bi hemû hêza xwe erk û berpirsyariyên xwe yên li hemberî dîrokê bi cih bînin û layiqî şehîdên xwe bin."

Piştî axaftinê sînevîzyona ji bo bîranîna şehîdên 14'ê Tîrmehê hatibû amadekirin hate pêşandan.

DEN HAAG

Li bajarê Den Haag ê Hollandayê belgefîlma bi navê "Hejmar 5" a li ser Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê hate pêşandan. Di axaftinên hatin kirin de banga xwedîderketina li şehîdan û mezinkirina têkoşîna li dijî faşîzmê hate kirin.

DARMSTADT

Bi sedan Kurdistanî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Darmstadt ê Elmanyayê li hev civiyan. Tevî KOMAW'ê, pêkhateyên wê û Mordem Denîz  tevlî bîranînê bû.

Rêveberê KOMAW'ê Lokman Arslan axaftina destpêkê kir. Mordem Denîz jî bal kişand ser girîngiya ruhê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê û wiha got: “Jiyana rast ancax bi PKK’ê re pêkan e. Nasnameya neteweya Kurd di kesayetên lehengên berxwedana 14’ê Tîrmehê Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz de ji nû ve çêbû û geş bû. Lehengên berxwedana 14'ê Tîrmehê girêdayî îdeolojiya Rêber Apo ne. Li dijî dewleta faşîst a Tirk vînek nîşan dan."

FREIBURG

Bi boneya 42’yemîn salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê çalakiya bibîranînê hate lidarxistin. Nûnerê KOMAW'ê axaftina vekirinê kir û diyar kir ku heta ku hovîtiya li girtîgeha Amedê baş neyê fêmkirin, berxwedana 14'ê Tîrmehê jî baş nayê fêmkirin.

Siyasetmedar Kemal Aktaş bi silavkirina berxwedana Şehîdên Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê dest bi axaftinê kir. Aktaş diyar kir ku ruhê ku çar parçeyên Kurdistanê bi taybetî jî Rojava ber bi serkeftinê ve bir ruhê 14'ê Tîrmehê bû.

Her wiha Brûsk Colemêrg (Aslan Kahraman) ê di 2’yê Tebaxa 2016’an de li Minbicê şehîd bûbû, di çalakiyê de hate bibîranîn. Birayê şehîd Brûsk di bîranînê de axivî. Di çalakiyê de sînevîzyon jî hate pêşandan û bi berzkirina dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

HAMBURG

Berxwedêrên Rojiya Mirinê yên 14'ê Tîrmehê Mehmet Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek di 42'emîn salvegera şehadeta xwe de li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê bi çalakiyekê hatin bibîranîn.

Çalakiya ku ji aliyê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Hambûrgê DKTM ve hat organîzekirin. Gelek Kurdistanî bi taybet xwişka Hayri Durmuş Ayten Durmuş û nûnerê KOMAW'ê Cenap Yeter beşdarî çalakiya bîranînê ya li semta Harburg a Hamburgê bûn.

Di çalakiyê de di şexsê Şehîdên Rojiya Mirinê de ji bo hemû şoreşgerên di meha Tîrmehê de şehîd bûne deqeyek rêz hate girtin.

Nûnera KOMAW'ê Cenap Yeter diyar kir ku hemû şehîd bi fedakirina canê xwe erka xwe bi cih anîn û wiha axivî: “Fedekarî û berxwedana wan wê her tim îlhamê bide me. Bi vê berxwedanê em jî xwedî li Kurdistanê derketin. Gelê me wê vê berxwedanê ji bîr neke, wê xiyaneta PDK'ê jî ji bîr neke.”

Hevseroka FED-DEM’ê Sebahat Ergîn diyar kir ku şoreşa Kurdistanê di heman demê de şoreşa jinê ye û wiha got: “Peywira hemû Kurdan e ku xeyalên şehîdan bi cih bînin. Misogerkirina azadiya fîzîkî ya Serok Apo wê bibe diyariya herî mezin a ji bo şehîdan.”

Xwişka yek ji berxwedêrên 14’ê Tîrmehê Mehmet Hayrî Durmuş Ayten Durmuş jî diyar kir ku weke malbata Durmuş ew ê her tim li ser rêya şehîdan bimeşin û ev tişt anî ziman: “Ev 45 sal in me di vê têkoşînê de serî netewand û ji niha û pê ve jî em ê serî netewînin.” Axaftina Ayten Durmuş bi tilîlî, çepik û berzkirina dirûşmeya "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

Hola bîranînê bi posterên şehîdan hat xemilandin û sînevîzyon hate pêşandan. 

PARÎS/EVRY

Pêşengên PKK'ê yên di Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmehê de şehîd bûn, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Evryê bi çalakiyekê hatin bîranîn.

Gel eleqeyek mezin nîşanî bîranînê da. Çalakî di şexsê şehîdên 14'ê Tîrmehê de ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre siyasetmedar Bedrettîn Kavak ê ku bi pêşengên berxwedana 14’ê Tîrmehê re tevlî Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin bûbû, axivî. Kavak di axaftina xwe de behsa şert û mercên 14’ê Tîrmehê û kesayet, helwest, pêşdîtina Mehmet Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz ên ku di 14’ê Tîrmehê de li dijî dijmin li ber xwe dan, kir.

Kavak da zanîn ku ruh û hişmendiya 14'ê Tîrmehê, Tevgera Azadiyê ya Kurd mezin kiriye û wiha axivî: "Eger îro PKK li herêmê û heta li cîhanê bûye hêza diyarker ev bi saya berxwedana 14’ê Tîrmehê ye.”

Piştî axaftina Bedreddîn Kavak sînevîzyona li ser Şehîdên 14’ê Tîrmehê hatibû amadekirin hate pêşandan.

BASEL

Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) bi beşdariya Malbatên şehîdan, endamên Meclîsa Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) li bajarê Basel ê Swîsreyê çalakiya bîranînê li dar xist.

Bîranîn li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê (CDK-Basel) hat lidarxistin û ji bo şehîdan deqeyek rêz hate girtin. Li ser navê KOMAW'ê Fîdan Şenturk axaftinek kurt kir. Fîdan Şenturk, li ser keda şehîdan rawestiya û got, "Eger şehîdek li ser tirba xwe binivîse ‘Ez deyndarê vî gelî me' divê em hemû xwe li ber çavan derbas bikin. Em bi saya têkoşîna şehîdan hatine vê rojê. Em bi rêzdarî li ber bîranîna hemû şehîdan bejna ditewînin.”

Siddik Batur ê 30 sal di girtîgehê de ma, şehîdên 14’ê Tîrmehê bi bîr anî û banga mezinkirina berxwdanê kir.

BELLINZONA

Şehîdên Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmehê li bajarê Bellînzona a Swîsreyê hatin bîranîn. Çalakî ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan a Ticîno (KONAW) ve li Casa Marta hat lidarxistin. Li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Ticino (TDKTM) Nurettîn Adamiş axivî.

Adamiş bal kişand ser berxwedana ku di 14’ê Tîrmeha 1982’an de li zindana Amedê ji aliyê kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiya Kurd ve li dijî dewleta Tirk a dagirker hate destpêkirin û got: “Serkeftin bi şopandina rêya şehîdan tê bidestxistin. Têkoşîna şehîdan pêşengî ji me re dikin. Divê em bibîranîna wan bijîn.”

Piştî axaftinê sînevîzyona li ser bîranîna şehîdên 14’ê Tîrmehê hat pêşandan. Di çalakiya bîranînê de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin. Beşdarên bîranînê bi hev re strana Zindana Amedê gotin û çalakî bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.

LOZAN  

Lehengên ku di 14’ê Tîrmehê de li dijî hovîtiya li zindana Amedê bedena xwe kirin mertal û di dîroka têkoşîna gelê Kurd û Kurdistanê de bûn pêşeng, li bajarê Lozan ê Swîsreyê hatin bibîranîn. 
 Xizmên şehîdan û bi sedan Kurdistaniyên ji bajarên Lozan, Cenevre û Sionê tevlî bîranîna ku ji aliyê KOMAW'ê ve li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hate lidarxistin, bûn. 

Ji Komîsyona Malbatên Şehîdan a Lozanê Şînasî Atli di çalakiyê de axivî. Atli di destpêka axaftina xwe de navê şehîdên 14’ê Tîrmehê yek bi yek jimart û wiha got: “Çawa ku faşîzma 12’ê Îlonê li dijî vîna Kemal Pîr û Hayrî Durmuş hilweşiya, dagirkeriya bi heman zihniyetê polîtîkayên înkar û qirkirinê îro li ser Kurdistanê dimeşîne wê bi berxwedana gerîlayên ku ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê têdikoşin wê têk biçin." 

Di çalakiyê de sînevîzyona ji bo bîranîna berxwedêrên 14'ê Tîrmehê hatibû amadekirin, hate pêşandan. Piştre nûnerê KOMAW'ê Mustafa Karahan axaftinek kir û bal kişand ser dîlgirtina 25 salan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Karahan wiha got: “Berxwedana Zindana Amedê ya li dijî hovîtiyê hat dayîn, îro jî li Îmraliyê ji aliyê Rêberê me ve tê meşandin. Em soz didin ku em ê têkoşîna li dijî tecrîda mutleq a ku 25 sal in dewam dike, bi heman rengî berfireh bikin."  

Endama Dîwana Hevserokatiyê ya CDK-S’ê Hatîce Kandal diyar kir ku ew jî wê demê li Zindana Amedê maye û şahidiya xwe ya vê serdemê wiha anî ziman: “Ne hezaran fîlm, hezaran pirtûk û ne jî bi hezaran gotin têra fêmkirin û vegotina Zindana Amedê nakin. Heya ku ruhê vê berxwedana bi heybet a li dijî hovîtiyê hebe, wê berxwedan teqez bi serketinê tacîdar bibe.”  
Hevseroka CDK'ê ya Lozanê Aysel Argîn jî li ser şehîdên 14'ê Tîrmehê axivî. Çalakî bi dirûşmeya "Şehîd namirin" bi dawî bû

 BORDEAUX

 Li Bordeauxê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo bîranîna Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê bîranîn hat lidarxistin. Di bîranînê de fîlmê "14 Tîrmehê" hat pêşandan. Ciwan û gel eleqeyeke mezin nîşanî fîlma ku li salona sînemaya Ûtopîa hat lidarxistin, dan. 

PARÎS/GRIGNY 

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) di salvegera 42’emîn a şehadeta kadroyên pêşeng ên PKK'ê Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek de li bajarê Grigny ê Parîsê çalakiya bîranînê li dar xistin. 
 Çalakî li Navenda Çanda Kurd a Grîgnyê hate lidarxistin û hate bibîrxistin ku Girtîgeha Leşkerî ya Amedê ya Hejmar 5'an bi darbeya leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'an ve veguherî êşkenceyê û ev bi Rojiya Mirinê ya Mezin hatiye têkbirin. 
Piştî axaftinan sînevîzyona ku li ser şehîdên berxwedana 14'ê Tîrmehê hatibû amadekirin hate pêşandan. Bîranîn bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû. 
REIMS  

42’emîn salvegera şehadeta kadroyên pêşeng ên PKK’ê Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek li bajarê Reîms ê Fransayê bi merasîmekê hate bîranîn.  
 Bîranîn bo şehîdên Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Di bîranînê de timî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Di çalakiyê de sînevîzyona li ser jiyan, têkoşîn û fedekariya Şehîdên Berxwedana 14’ê Tîrmehê hate pêşandan. 

GIESSEN 

 “Roja Mirinê ya Mezin” a ku di 14’ê Tîrmeha 1982’an de bi pêşengiya kadroyên pêşeng ên PKK’ê Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek li dijî êşkence û pêkanînên dijmirovî yên li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê hate destpêkirin, li bajarê Giessen ê Elmanyayê hate bibîranîn. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên 14'ê Tîrmehê destpê kir û bi pêşandana sînevîzyonê dewam kir. Di bîranînê de hat gotin ku niha jî li girtîgehên Tirkiyeyê pêkanînên dijmirovahî hene.

Bernameya bîranînê bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû. 

VIYANA 

 Kadroyên pêşeng ên PKK'ê Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ên di 14'ê Tîrmeha 1982'an de dest bi Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin kirin, li paytexta Awûstûrya Viyanayê hatin bîranîn. 

 Piştî deqeyeke rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê sînevîzyonek hate pêşandan. Hevserokê Civaka Azad Ahmet Zîrek di axaftina xwe de ev tişt got: “Armanca wan li Girtîgeha Amedê şikandina îradeya gelê Kurd û tinekirina hêviya gel bû. Lê belê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê ev yek berevajî kir û hêviyên mezin û berxwedanên destanî afirandin. Meşaleya berxwedana bi rûmet û bi biryar a di 14’ê Tîrmehê de hat hilkirin, îro li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê belav bûye. Tevî ku 42 sal derbas bûne jî, em îro bi saya ruhê berxwedanê yê 14'ê Tîrmehê li vir in.” 
 Piştre Mûkrî Yakar ê di 12'ê Îlonê de li girtîgeha Amedê bû, li ser hovîtî, xiyanet û berxwedana wê demê axivî.  

GRAZ 
Di bîranîna ku li bajarê Graz ê Awûstûryayê hat lidarxistin de endamê Konseya Civaka Azad Halîs Gimgim axaftinek kir. Gimgim bal kişand ser girîngiya berxwedana 14'ê Tîrmehê ya li ser PKK'ê çêkiriye û got, "Berxwedana 14'ê Tîrmehê tovê Pêngava 15'ê Tebaxê reşand û meşaleya têkoşînê heta îro mezin dibe." 

 LINZ 

Navendek din a ku çalakiyên bîranînê hate lidarxistin li bajarê Lînz û Awûstrûlyayê  bû. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê sînevîzyonek hate pêşandan. Li vir axaftin hatin kirin, wate û girîngiya Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê hate vegotin.

KIEL 

Li bajarê Kîel ê Elmanyayê, şehîdên berxwedana zindana Amedê ya 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn. Çalakiya bîranînê ya ku bi beşdariya Kurdistanî û dostên wan hat lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Hevserokê Meclisa Civaka Kurd a Demokratîk a Kîelê Hasan Mûş li ser wate û girîngiya berxwedana 14’ê Tîrmehê axivî û got, “Bi rastî dema em behsa dîroka berxwedana Kurdistanê dikin, divê em zanibin ku Berxwedana 14’ê Tîrmehê sed salî ye. Gerîlayên azadiyê tola wan ji dagirkeran hiltîne.” Bîranîn bi pêşandana sînevîzyonê û berzkirina dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.

BREMEN

Li bajarê Bremen ê Elmanyayê bi pêşengiya Komîsyona Malbatên Şehîdan a a Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn. Di bîranînê de Hevseroka Meclîsê Selma Koç axaftina vekirînê kir. Her wiha Hediye Aksoy axivî û bal kişand ser berxwedana zindana Amedê. 

Nûnerê PYD’ê yê Bremenê Şêrzad Seyîd Elo jî wiha got: “Darbekarên 12’ê Îlonê teslîmiyetê li ser Kurdan ferz kirin, lê berxwedana ku di 21’ê Adara 1982’an de li zindana Amedê bi pêşengiya Mazlum Dogan destpê kir, bi 18’ê Gulanê re mezin bû û bi berxwedana 14’ê Tîrmehê re xewnên desthilatdariya faşîst serûbin kir. Hemû pergalê serûbin kirin.”

Piştî axaftinan sînevîzyona li ser berxwedana 14’ê Tîrmehê hate pêşandan û çalakî bi dawî bû. 

STOCKHOLM

Li paytexta Swêdê Stockholmê ji bo bîranîna şehîdên berxwedana 14’ê Tîrmehê çalakî hat lidarxistin. Bîranînê bi deqeyekî rêzgirtinê destpê kir. 

Hevseroka Meclîsa Gelê Kurd a Stockholmê Ruken Yetîşkîn di bîranînê de axivî û wiha got: “Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê di dîroka me de hişyarbûnê çêkir.”

Rojnamevan Mehmet Sevîm jî wiha got: “Êdî konsepteke pir berfireh a îmhayê heye û ji konsepta zindana Amedê cuda nîne. Ji bo ku ji vê konseptê re bibin bersiv, erkên dîrokî dikevin ser milên me. Ne tenê li Başûrê Kurdistanê li her derê Kurdistanê projeyeke qirkirinê ya fîzkî û çandî ya topyekûn di dewrê de ye. Di vir de ya girîng ew e ku em li her qadê bi awayekî rêxistinkirî dest bi berxwedana topyekûn bikin û xebatên xwe yên heyî berfirehtir bikin. Tenê bi vî rengî dikarin komployê têk bibin. Ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê îro li her derê li çiya, li zindanan û kolanan xwe dide jiyîn. Bîranîna şehîdan, jiyanîkirina berxwedana wan e.”

Piştî axaftinan sînevîzyona li ser berxwedana 14’ê Tîrmehê hate pêşandan û bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû. 

DORTMUND

Li Dortmundê şehîdên 14 Tîrmehê hat bîranîn. Bi pêşengiya KOMAV, Meclîsa Gel a Dortmundê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a bajarê Dortmundê ji bo bîranîna Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bîranîn hat li darxistin. Bîranîn bi pêşengiya saziya malbatên şehîdan KOMAV û Meclîsa Gel a Demokratîk a bajarê Dortmundê pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.

Siyasetmedar, nûnerên saziyên civakî, gaziyên şoreşê û endamên KON-MED, TJK-E, NAV-YEK, CÎK û KCKD-E tevlî bîranînê bûn. Li ser navê KOMAV'ê Filo Mêrdînî xitabî gel kir. Li ser navê Malbatên şehîdan dayîka Rabia Nas axivî û li ser navê Tevgera Jinan Pero Dundar axivî. Piştî axaftinan sînevizyon hat pêşandan û bîranîn bi dirûşmên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Gerîla” û “Bimre Xiyanet” bi dawî bû.

BERLÎN

 

MARSÎLYA

 

  ATİNA