Li Ewropa qetilkirina Jîna Emînî hate protestokirin - HATE NÛKIRIN

Li bajarên Ewropayê ji bo Jîna Emînî ku li Tehranê bi hinceta ku pora wê xuya dike, ji hêla “polîsên exlaqê” yên rejîma Îranê ve hatibû destgîrkirin û bi êşkenceyê hat qetilkirin, çalakiyên protestoyî hate lidarxistin.

Li payitexta Îngilistanê London, payitexta Belçika Bruksel, bajarê Lîmasol ê Qibrisê û li bajarê Kiel, Dûîzburg û Munîh yê Elmanyayê ji bo Jîna Emînî ku li Tehranê bi hinceta ku pora wê xuya dike, ji hêla “polîsên exlaqê” yên rejîma Îranê ve hatibû destgîrkirin û bi êşkenceyê hat qetilkirin, çalakiyên protestoyî hate lidarxistin.

LONDON

Qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ji aliyê “Polîsên Exlaq“ ên rejîma Îranê ve li ber Balyozxaneya Îranê ya li Londonê hat protestokirin.

Jinên bi pêşengiya MeclÎsa Jinan a Jiyan li ber Balyozxaneya Îranê ya Londonê hatin ba hev, dan xuyakirin ku dewleta Îranê êşkencekirina li jinan di her warê jiyanê dike wek tiştekî jirêzê û pêkanînên dijmirovî yên li dijî jinan bi awayekî sîstematîk rewa dike, zext û qetlîam li dijî jinan zêde bûne.

Di xwepêşandana protestoyî ya ku Platforma Jinan a Îranê û Platforma Piştevaniya Jinan a Londonê jî piştgiriya wê kir de, Meclîsa Jinan a Jiyanê ev tişt gotin: “Rejîma Îranê ya dijminê jinan, siûdê ji perçe bi perçebûyîna rêxistinên jinan digire. Lê destkeftiyên jinan ji bo hemû jinan derbasdar in. Lewma divê destkeftiyên têkoşîna birêxistinbûyî bên parastin. Jin, gava bi rastî ji bo xwe rabin ser pêyan û xwe biparêzin, ango em jin gava bigihîjin hev, em bi hêz in.

Em bang li jinên Îranî û Rojhilatî dikin ku li dijî êrîşên rejîma mêr a li ber têkçûnê ye xwe bi rêxistin bikin, bibin yek da ku destkeftiyên xwe biparêzin. Îran û Rojhilatê Kurdistanê wê ji aliyê jinan ve were azadkirin.“

BRUKSEL

Li payitexta Belçika Brukselê ji bo Jîna Emînî ku li Tehranê bi hinceta ku pora wê xuya dike, ji hêla “polîsên exlaqê” yên rejîma Îranê ve hatibû destgîrkirin û bi êşkenceyê hat qetilkirin, çalakiya protestoyî hate lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyê Jîna Emînî hate hildan û timî dirûşmeyên “Jin jiyan azadî“ hatin berzkirin.

Çalakî bi pêşengiya TJK-E, KJAR û PJAK’ê ve hate lidarxistin. Di çalakiyê de peyamên TJK-E, KJAR û PJAK’ê hatin xwendin. Di çalakiyê de hîcaba reş hate şewitandin û bê navber dirûşmên “Jin jiyan azadî“ hatin berzkirin.

KIEL

Li bajarê Kiel yê Elmanyayê jî jin ji bo Jîna Emînî daketin qadan û çalakî li dar xistin. Yekîtiya Jinên Sosyalîst, Tevgera Jinên Kurd, Tevgera Jinên Elewî û rêxistinên jinan ên Elman tev li çalakiyê bûn. Jinan bi çepikan porê xwe birîn û kefiyên xwe şewitandin.

Di axaftina bi Elmanî ya li ser navê Yekîtiya Jinên Sosyalîst de ev tişt hatin gotin: “Em weke Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê, qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî, rejîma faşîst a Îranê ya paşverû, îslamîst a siyasî, serdestiya mêr şermezar dikin.

Em dizanin ku têkoşîn û serhildana jinan a li Îranê li dijî rejîma paşverû ya ku her roj bi zextên nû jiyana jinan bê tehemûl dike, ranaweste.

Em piştevaniya jinên ku li Îranê ji bo azadiya jinê têdikoşin dikin. Em ê li hemberî êşa jinên ku di tundiya li ser jinê, tacîz, destavêtin û qetilkirina wekî Jîna Emînî bêdeng nemînin, em ê hêrsa xwe biqîrin û li kolanan piştevaniya navneteweyî nîşan bidin.”

MUNÎH

Li Munîhê jî bi pêşengiya Komuna Jinan Sarayê û FEDA-Jin’ê çalakî hat lidarxistin.

Zêdeyê 100 jinên Fars, Tirk, Kurd û Elman tev li çalakiya li ber Balyozxaneya Îranê hat lidarxistin, bûn.

Çalakgeran, berxwedana jinan ku 6 roj in li Rojhilat û Îranê berdewam e silav kir û wiha qîriyan: “Hûn bi zorê nikarin mirovan bibin bihuşta xwe.“

Di çalakiyê de danezanên bi Elmanî, Kurdî û Farisî hatin xwendin û bêyî navber dirûşmên “Jin, jiyan, azadî“ û “Bila bimire rejîma meleyan“ hatin berzkirin.

LÎMASOL

Bi pêşengiya Jinên Kurd a Kibrisê ji bo Jîna Emînî ya ji aliyê polîsên exlaq ve li Îranê hat qetilkirin, li Parka Moloz a bajarê Lîmasol ê Qibrisê hatin ba hev. Jinan bi pankartek ê wêneyê Jîna Emînî li ser û dowîzan dewleta Îranê protesto kir û bi sedan broşurên li ser girtin û êşkencekirina jinan ji aliyê dewleta Îranê ve belav kirin.

Jinên Îranî jî tev li çalakiyê bûn. Jinên Qibrisî û geştyaran jî bala xwe da çalakiyê. Jinan bêyî navber dirûşmên “Jin, jiyan, azadî“ berz kirin û jinên li ber hişmendiya mêrane serî radikin silav kirin.

Çalakî, piştî xwendina metinê ji bo çapemeniyê yê bi Kurdî û Rûmî ku ji aliyê Înîsiyatîfê hatibû amadekirin, bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

DÛÎZBURG

Bi banga Meclîsa Aysel Yuksel a Jinan a Dûîzburgê li bajarê Dûîzburg ê Elmanyayê, jinên Kurd, Faris û Elman seet di 17:00’an de li ber Dûîzburg Forûmê hatin ba hev û qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaq ên Îranê ve û qetilkirina bi eşkence ya leşkera jin a Ermen ji aliyê artêşa Azerbaycanê ve bi mîtîngekê protesto kirin.

Di çalakiyê de hemû jinên bi zor, êşkence û zexta dewletan hatine qetilkirin hatin bibîranîn û li dijî qetilkirina jinan banga geşkirina têkoşînê li jinan hat kirin.

Di daxuyaniyê de danezanek a bi Elmanî ji aliyê Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd – Cenî ve hat amadekirin jî hat xwendin û îşaret bi wê yekê hat kirin ku cîhanek a jin lê ne azad bin mirov nikare lê bijî.

Li ser navê komên jinan Interkulturelle Assistententes, Revolutionären Frauen aus dem Iran, Duisburg Zora û Duisburg stellt sich querê jî axaftin hatin kirin. Çalakgeran bi axaftinan da xuyakirin ku ew ê li dijî paşverûtiya bi her awayî û polîtîkayên qirkirina civakê, dagikerî, pişaftin û polîtîkayên qirkirinê ew ê bi hevparî têbikoşin û banga berxwedanê li hemû jinan û civakê kir.

Jinan, serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi şewitandina hîcaban silav kirin.