Li Ewropa çalakiyên ji bo grevên birçîbûnê didomin

Li 3 bajaran ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê çalakî hatin lidarxistin.

Li bajarê Basel ê û banliyona Vîlleneûve Saînt Georges a Swîsreyê û bajarê Fransa Marsîlayayê bi çalakiyan tecrîd hate protesto kirin û berxwedana grevên birçîbûnê hate silav kirin.

BASEL

Li bajarê Basel ê Swîsreyê ji bo piştgirîdayîna çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven û grevên birçîbûnê çalakî hate lidarxistin.

Lİ ser banga Platforma Piştevaniya bi Grevên Birçîbûnê re li Claraplatzê mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de pankarta “Bila daxwazên Leyla Guven û berxwedêrên grevên birçîbûnê werin qebûl kirin” hate vekirin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindana”, “Es lebe Leyla” û “Terorîst Tirkiye, kujer Erdogan” hatin berz kirin.

Di mîtîngê de belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin û bal hate kişandin li ser rewşa tenduristiyê ya çalakgerên greva birçîbûnê. Di çalakiyê de bêdengiya sziyên navnetewî ya li beramberî grevên briçîbûnê hate protesto kirin û banga beşdarbûna çalakiyan hate kirin.

VÎLLE NEUVE ST. GEORGES

Li banliyoya Vîlleneûve Saînt Georges a Swîsreyê ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê mîtîngek hate lidarxistin.

Mîtînga Kurdistaniyan bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di çalakiyê de axaftin hate kirin û banga beşdarbûna çalakiya 27’ê Sibatê ku wê li Brukeselê wer lidarxistin hate kirin. Mîtîng bi dirûşeyan bidawî bû.

MARSÎLYA

Li bajarê Fransa Marsîlyayê bi armanca balkişandina li ser grêvên birçîbûnê yên bi pêşengtiya Leyla Guven yên ji bo protesto kirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiyek hate lidarxistin.

Kurdistanî seat 14:00’an li pêşiya nûneritya Herêma Ewropa ya Marsîlayê li hev civiyan û pankarta ‘Leyla Guven li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye’ hate vekirin û dirûşmeyên li dijî Erdogan û AKP’ê berz kirin. Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Fransî hate xwendin û banga bihestiyarbûnê li raya giştî ya Ewropa hate kirin, bêdengiya dewletên Ewropa û politîkayên durûtiyê hate protesto kirin.

Piştre heyetê dosyeyek pêşkêş kir. Piştî ku heyet derket dirûşmeya ‘Bijî berxwedana Leyla’ û ‘Bijî Serok Apo’ hate berzkirin.