Li Erîvanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin

Li Erîvanê 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi şahiyekê hat pîrozkirin.

Li paytexta Ermenistanê Erîvanê bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şahiyek hat lidarxistin. Qada pîrozbahiyê bi alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK û KCK’ê hatin xemilandin.  

Di pîrozbahiyê de find hatin vêxistin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ û “Bê Serok jiyan nabe“ hatin berzkirin.

Di pîrozbahiyê de li girîngiya rojê axaftin hatin kirin û wiha hate gotin: “Rojbûna Rêber Apo ne Rojbûna yek kesiyê ye, rojbûna gelê Kurd û mirovahiyê ye. Vê roja pîroz em li hemû gelê Kurd û mirovahiyê pîroz dikin.“

Piştî axaftinan girseya gel li ber stranan govend gerand.