Li Erfûrtê çalakiya ‘Roja Cîhanî ya Kobanê’

Li bajarê Erfûrta Elmanyayê bi boneya 1 Mijdarê ya Roja Cîhanî ya Kobanê çalakiyek hate lidarxistin.

Vê roja Înê di seat 14:00’an de çalakiya li Haûptbahnhofê hatî lidarxistîn, bi deqeyek rêzgirtin destpê kir.

Di axaftinek li ser navê Platforma Piştevaniya bi Rojava re hatî kirin de anî ziman ku şoreşa li Kobanê hatî pêkanîn bûye destkeftiyek mezin a mirovahiyê.

Platformê got: “Ev şoreş bi pêşengiya Arîn Mîrkan bû şoreşek a jinê û şoreşek a windakirina faşîzmê” û diyar kirin ku ev şoreş ji bo gelê cîhanê bûye hêvîyek.

Li ser navê Însiyatîfa Gel a Erfûrtê Narîn Kobanî anî ziman ku têkoşîna li Kobanê ya li dijî faşîzm, dîkdatorî û dagirkeriyê hatî dayîn bû destkeftiyek ji bo tevahiya mirovahiyê û ev serkeftin pîroz kirin. Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.